Digel ku ev sêzdeh sal in min Rîsaleya bi remz ya Sirrê Înna E‘teyna nedîtiye jî, şandina wê ya bi vî alî ve hinekî li dijî destûra îhtiyatê ye; lewra herkes wê fêhm nake, jê re te’wîl û tefsîr lazim in.
(Emirdağ Lahikası: 157)
***
Ya çaran: Ev çar sal in, ez li vir ji her tiştî hatime dûrxistin. Ji ber ku ez dibin zexteke dijwar de bûm ku mirov nikaribû tehemmul bike, min tu danûstandin bi we re nekir. Li van deran şik û gumaneke nedîtî hukimferman e. Heta ku mumkin be nebêjin, “Elametên Qiyametê” ji wir tê şandin. Bibêjin, “Berhema wî ye, ji cihekî din ketiye destê me.”
(Kastamonu Lahikası: 168)
***
Birayên hêja,
Şîreta me ya pêşîn û paşîn: Yekîtiya xwe biparêzin, xwe ji ezîtiyê dûr bikin, dijberiyê bi hev re nekin, hêmin bin û bi îhtiyat bin.
(Şualar: 384)
***
Liberxistin û Qenaet
Xaliqê Rehîm li hember nîmetên ku dane, ji mirovan şukirkirinê dixwaze. Îsraf dijê şukrê ye û li hember nîmetê jî piçûkdîtineke bi zirar e. Lê heçî liberxistin e, ew li hember nîmetê hurmetkariyeke bi kar e.
Belê, liberxistin hem şukrekî manewî ye, hem jî hurmetkariya li hember rehma Xwedê ya di nîmetan de ye. Hem bi awayekî vebirî sebebê bereketê ye, hem jî ji bedenê re weke perhîzeke sebebê sihhet û tendurustiyê ye. Hem sebebeke rûmetê ye ku mirov ji zilleta parsekiya manewî xilas dike, hem jî wesîle ye ku mirov lezzeta nîmetan tam dike.