Hem jî Pêxember (e.s.w.) di teblîxkirina pêxemberiyê û vexwendina bi bal heqiyê de, pir li ber xwe daye, sebat û cesaret nîşan daye. Digel ku dewlet û dînên mezin, gelê wî, qebîleya wî û apê wî bi xwe jî li dijî wî dijmintiyeke dijwar dikirin, wî bi qasî zerre jî tereddud nekir, nekete telaşê û netirsiya. Bi serê xwe ji hemiyê dinyayê re meydan xwend, bi ser ket û dînê Îslamê li dinyayê bire cihê herî jor. Ev hemî nîşan didin ku di teblîx û vexwendina heqiyê de yên mîna wî nebûne û nabin jî.
(Şualar: 148)
***
Mu‘cîzeya Pêxemberê Ekrem (e.s.w.) ya herî mezin -piştî Qur’anê- ew bi xwe ye. Yanî ew exlaqê bala ye ku bi tifaqa dost û dijminan her taybetmendiyeke wî di dereceya herî bilind de ye. Hetta lehengê cesaretê Hz. Elî gelek caran digot, “Dema ku şer dijwar dibû, me xwe dixist pişt Pêxember (e.s.w.) û me xwe diparast.” 1 Bi vî şiklî ew di hemî exlaqên xweş de di dereceyeke wisa bala de bû ku mirov nikare bigihiyê.
(Mektubat: 243)
***
Piştî demekê [Bedîuzzeman] çû gundê Pirmisê, paşî jî çû zozanên Şêxê Hîzanê. Li wir jî ji ber ku serdestiya tu kesî qebûl nedikir, wî û çar heb feqiyên din bi hev nekirin. Ev herçar feqî dibûn yek û bela xwe lê didan. Rojekê, ew jî çû cem Hz. Şêx Seyyid Nûr Muhemmed*, ji nekariya xwe şîkayet nekir, weha got:
- Şêx Efendî, ji van re bibêje, dema ku bi min re şer dikin, bila dudo-dudo werin, ne çareçar.
Ev mêraniya Seîdê piçûk pir li xweşa Seyyid Nûr Muhemmed çû û got:
- Tu feqiyê min î, tu kes nikare têkilî te bibe.
(Tarihçe-i Hayat: 34-35)
***