Mirov ji vê peywendiya di navbera birayan re “tefanî” dibêje. Ango mirov di hevûdin de fanî dibe, dibe tune. Bi gotineke din, divê mirov hestên xwe yên nefsanî ji bîr bike û fikren bi taybetmendî û hestên birayên xwe bijî.
(Lem’alar: 237)
***
Welhasil, di hedîsê de weha hatiye gotin:
هَلَكَ النَّاسُ اِلاَّ الْعاَلِمُونَ وَهَلَكَ الْعَالِمُونَ اِلاَّ الْعَامِلوُنَ وَهَلَكَ الْعَامِلُونَ اِلاَّ الْمُخْلِصُونَ وَالْمُخْلِصُونَ عَلٰى خَطَرٍ عَظِيمٍ
Yanî, tenê îxlas dibe wesîleya xilasiyê. Bidestxistina îxlasê pir muhîm e. Zerreyek amelê bi îxlas, dehqet û sedqet ji amelê bê îxlas çêtir e. Divê mirov li wê bifikire ku sirf ji bo emrê Xwedê tevbigere, têkilî encamê nebe, lewra ecam karê Xwedê ye.
(Lem’alar: 198)
***
Cesaret, Rûmet û Giranî
Weke her xêreke heqîqî jêdera cesaretê jî îman e, evdîtî ye. Û weke her gunehekî çavkaniya tirsonekiyê jî jirêketin e. Belê, eger ev dinyaya girover hemî bibe bombe û biteqe jî, dibe ku abidekî dilronî netirsîne. Hetta yê wê hêz û qudreta Xwedê di nav şaşmayineke bi keyf de temaşe bike. Lê eger navdarekî ku jê re aqilronî dibêjin; ango fîlozofekî fasiq û bêwijdan li ezmanan stêreke bi dûv bibîne, yê li erdê bilerize û bibêje, “Gelo ev stêrka serserî li dinyaya me nekeve?” (Demekê Amerîka ji ber stêreke weha pir tirsiya, gelekan ji xelkê bi şev malên xwe terk kirin.)
(Sözler: 28)
***