Hem jî Rîsaleyên Nûr pêşî dixebite ku nefsa tercumanê xwe qayil bike, paşî li xelkê din dinêre. Helbet derseke ku pêşî nefsa xwe ya emmare tam qayil bike û wesweseyan jê bavêje, pir bi hêz e û xalis e. Ev dersa weha loma jî vî zemanî ketiye şiklê cemaetê û bi tena serê xwe li hember dehşeta şexsê manewî yê jirêketinê têdikoşe û bi ser dikeve.
Hem jî Rîsaleyên Nûr weke berhemên wan alimên din tenê bi rêya aqil û bi dîtina wî dersê nade; weke weliyan jî tenê bi keşfa dil û zewqa wî tevnagere. Rîsaleyên Nûr bi yekbûna aqil û dil; û bi hevkariya rûh û hissiyatên din tevdigere û digihe nuqteya herî bilind. Rîsaleyên Nûr diçe cihên wisa dûr û bilind ku ne lingê felsefeya êrîşker, çavê wê jî nagihe wan û bi vî rengî rastiyên îmanê nîşanî çavên wê yên kor jî dide.
(Kastamonu Lahikası: 17)
***
Hem jî ilm du qism in: Qismek jê eger carekê bê hînkirin û carekê-duduyan li ser bê fikirîn temam e. Lê ew qismê din weke nan û avê ye û mirov mecbûr e ku hertim li ser wî ilmî bifikire. Mirov nikare bibêje, “Min carekê fêhm kir.” Ha ilmê derbarê îmanê de ji vî qismî ye. Ew Sozlera di destên we de bi izna Xwedê piraniya wê ji vî celebî ye.
(Barla Lahikası: 37)
***