Belê, naskirina Xwedê ku bi rêya ilmê kelamê tê bidestxistin, ne naskirineke tam e û huzûrê jî nade mirov. Lê dema ku ew naskirin di terza Qur’ana Mu‘cizu’l-Beyan de be, hingê hem naskirinek e tam e û hem jî huzûreke bêqusûr dide mirov. Înşaellah parçeyên Rîsaleyên Nûr di rêya ronî ya Qur’ana Mu‘cizu’l-Beyan de wezîfeya lambeyeke elektrîkê dibînin.
(Mektubat: 441)
***
Îman ne rastdêraneke wisa sereser re ye; gelek mertebeyên wê hene. Bi taybetî jî îmana teqlîdî li hember bahozên jirêketina vî zemanî zû têk diçe. Îmana tehqîqî hêzeke wisa ye ku venamire û têknaçe. Kesê ku vê îmanê bi dest bixe, tûşî ba û bahozên dijwar yên bêdîniyê jî were, tu bandûr lê nabe. Kesê ku xwediyê îmaneke weha be, fîlozofên herî bêdîn jî nikarin wî bikin weswese û şubheyan.
(Sözler: 948)
***
Dîwanên piraniya wan zatên mubarek yên berê, û hinek jî ji nameyên aliman behsa feyz û bereket, fêkî û encamên îmanê û marîfetê dikin. Di dema wan de êrîşên li ser ruknên îmanê û bingehên wê tune bûn, bingehên îmanê qet zirar nedidîtin. Lê niha êrîşên dijwar yên organîzekirî têne ra û ruknên îmanê. Piraniya wan dîwan û nameyan xîtabî bawermendên xas û şexsan dikin, nikarin êrîşa vî zemanî ya dijwar berteref bikin. Lê heçî Rîsaleyên Nûr e weke mu‘cîzeyeke manewî ya Qur’anê, bingehên îmanê diparêze. Ne ku ew ji îmana heyî îstîfade dike, dixebite ku bi gelek delîlên eşkere îmanê îsbat bike, rastiya wê derbixe holê û wê ji şubhe û gumanan biparêze. Loma jî kesên ku bi diqqet lê binêrin yê bibînin ku Rîsaleyên Nûr di vî zemanî de weke nan û derman lazim e.
Ew dîwanên berê dibêjin, “Ey welî, bibîne; here meqaman; nûrê, feyz û bereketê bistîne.” Rîsaleyên Nûr jî dibêje: “Tu kî dibî bibe, binêre; bibîne; tenê çavê xwe veke, rastiyê bibîne; îmana ku mifteya bextewariya herdu dinyayan e xilas bike.”