Avakirina Medresetu’z-Zehrayê
Rastiya Medresetu’z-Zehrayê ya di dawiya rîsaleya Munazeratê de, hem rûhê wê kîtabê ye û hem jî bingeha wê ye. Wê rastiyê dixwest ji Rîsaleyên Nûr re -ku wê paşê derketana- bibe dergûşek û atmosferekê ji derketina wê re çêbike. Bêyî ku bizanibe û bêhemdi xwe sewqî kirina vî karî dibû. Bi hesteke ku mirov berî qewimîna tiştekî pê dihese, di şiklekî maddî de li wê heqîqeta nûranî digeriya. Paşî aliyê wê rastiyê yê maddî jî derket holê û xweya kir:
Sultan Reşad, nozdeh hezar lîrayên zêr ji bo wê medreseya li Wanê dan û temelê wê jî hate avêtin, lê Şerê Cîhanê Yê Pêşîn derket, ew proje nîvco ma.
Piştî pênc-şeş salan çûme Enqerayê, ez dîsa ji bo wê projeyê xebitîm. Ji 200 parlamenteran 163yan îmze kirin ku 150 hezar banknot ji wê projeyê re bête veqetandin. Lê hezar carî mixabin ku medrese hatin girtin. Min jî bi wan nekir û ew proje dîsa nîvco ma. Lê Xwedayê Erhemurrahimîn nasnameya manewî ya wê medreseyê li bajarê Ispartayê kire nesîb. Rîsaleyên Nûr muşexxes û dîtbar kir. Bi izna Xwedê di paşerojê/ayendeyê de wê şagirtên Rîsaleyên Nûr di çêkirina Medresetu’z-Zehrayê de bi ser bikevin û bi rastî jî wê ava bikin.
(Kastamonu Lahikası: 55)
***
Birayên ezîz û rast!
Ya Pêşîn: Medresetu’z-Zehra armanc û xeyala pêncî û pênc sal umrê min e. Êdî sed hezar car şukir ji Xwedê re ku hûn endam û hîmên Medresetu’z-Zehrayê, manen heqîqetên wê nîşan didin.
(Emirdağ Lahikası: 386)
***