Bersiv: Ev medrese bi potansiyela xwe xwediya dareke Tûba ye. Eger hemiyet û xeyret şîn bibin, wê îhtiyaciyên xwe yên maddî bi cih bîne û ne muhtacê berîka we ya vala be.
Pirs: Bi çi awayî?
Bersiv: Bi gelek awayan:
Ya Pêşîn: Eger dezgeha weqfê bi rêkûpêk bête sazkirin, wê bi saya yekîtiya medreseyan cobarekî girîng biherike vî hewzî.
Ya Duduyan: Zikat e. Lewra em şafiî ne. Ji ber ku di vî zemanî de wê Medresetu’z-Zehra xizmeta Îslamiyet û insaniyetê bike, bêguman wê heq bike ku zikat tenê ji wê re bête dayin. Jixwe zikata zikatê jî têrê dike.
Ya Sisêyan: Ev medrese, wê bi fêkiyê ku belav bike û bi nûra ku bide herkesî xizmeta Îslamê bike. Loma jî wê li cem aqilan xwendegeheke bala; li cem dilan medreseyeke bêqusûr û di çavê wijdanan de jî zawiyeyeke herî pîroz temsîl bike. Çawa ku wê medrese be, wê wisa mekteb, dibistan û tekke be jî. Ji ber vê jî wê berê sedeqe û nezrên ku alîkariyên millî ne, bikeve vê medreseyê.
Ya çaran: Ji ber ku yê bi Daru’l-Mu‘ellimînê re bibe yek, wê hatina wan zêdetir bibe. Eger muweqqeten û -ku mumkin be- bi emanetî mirov hinekî ji wê hatinê bide Medresetu’z-Zehrayê, jixwe piştî demekê wê îhtiyaciya wê pê nemîne û tişta ku sitandî jî bi şûn de bide.
(İçtimaî Dersler, Münazarat: 141-143)
***
Pirs: Fêkiyê vê çi ye ku ev deh sal in tu feryad dikî?
Bersiv: Bi kurtayî: Yê paşeroja Kurdan û alimên wan ava bike û perwerdeyiyê jî bi rêya medresê bîne Kurdistanê. Herweha wê xweşikiya meşrûtiyetê jî nîşan bide û bike ku xelk jê îstîfade bikin.
Pirs: Eger tu rave bikî wê ne xirab be.
Bersiv: Ya Pêşîn: Divê medreseyan rast bike û wan bike yek.