Şertê Sisêyan: Divê mirov ji alimên Kurdan yên xwedîdubask ku zimanê xelkê dizanin û wan nas dikin wek muderris/seyda hilbijêre.
Şertê Çaran: Divê mirov bi qabiliyeta Kurdan re bişêwire, wê nas bike; zarokî û besîtbûna wan li ber çavan bigire. Lewra gelek cil û berg hene; li bejnekê tên lê li ya din nayên. Perwerdeya zarokan yan bi zorê dibe, yan jî ku mirov hewes û daxwaza wan miz bide û perwerdeyê bi wan bide hezkirin.
Şertê Pêncan: Prensîba parvekirina kar divê bi temamî bête bicihanîn da ku şaxên xebatê ji hev re bibin cihê çûnûhatinê û bi aheng bi hev re bixebitin. Divê di her şaxekê de jî pisporek hebe.
Şertê Şeşan: Divê mirov îmkaneke wisa çêbike ku şewqa xwendevanên Medresetu’z-Zehrayê neşike. Divê mirov sewiyeya wê di ya zanîngehên bilind yên resmî de bigire, îmtihanên wê jî mîna yê wan qebûl bike û bêencam nehêle.
Şertê Heftan: Divê Daru’l-Mu‘ellimîn, ji bo muddetekê di nava Medresetu’z-Zehrayê de bibe navend û pê re bibe yek da ku rêkûpêkbûn û sûdwergirtin ji wê werin vê, qencî û dîndarî jî ji vê herin wê. Bi vê guherandinê heryek baskekî dide ya din, di encamê de herdu jî dibin xwediyê du baskan.
Şertê Heştan: Li Kurdistanê adetekî kevn e ku şexs bi tenê dersê distîne. Divê mirov vê dersa şexsî bike daîreyek û weke sinif dersê bide.
اِنَّ هِذِهِ عاَدَةٌ دَرَسَ عَلَيْهاَ الدَّهْرُ وَدَرَبَ
Pirs: Hatina wê çi ye?
Bersiv: Hemiyet û xîret.
Pirs: Paşî?