Rîsaleyên Nûr ji wan re dibêje: Bila mala we Medreseyeke Nûriye ya piçûk be, mektebeke îrfanê be da ku ev sunnet tam were cih û zarokên ku fêkiyê sunneta pak in, li axretê ji we re bibin şefaetker. Bila li dinyayê jî dersên îmanê bistînin û ji we re bibin ewladên rast. Yan na, çawa ku qismen di van sih salên dawî de bûye, eger mirov tenê perwerdeya medenî bide, ji hêlekê ve ew zarok wê li dinyayê bêfeyde bimînin û li axretê jî bibin dawedar û bibêjin, “Çima we îmana me xilas nekir?” Îcar li gorî hikmeta sunneta pak divê zarok dêwbavên xwe xemgîn nekin.
(Hanımlar Rehberi: 33)
***