Vî zemanî xeflet û ezîtiyeke ku ji dinyaperestiyê çêdibin hukim dikin. Ji ber vê jî, ehlê heqîqetê -çendî ku bi şiklekî rewa be jî- divê dev ji ezîtî û xwe‘ecibandinê berdin. Loma jî şagirtên Rîsaleyên Nûr ezîtiya xwe ya weke parçeyekî qeşayê di şexsê manewî de, di hewzê muşterek de helandine. Înşaellah wê di vê firtonayê de jî nehejin û nekevin. Pîlaneke girîng û tecrûbekirî ya munafiqan heye: Mesela, mirovên ku her yek ji wan mîna hakimekî yan jî zabitekî ne, li cihekî wisa dicivîne û dike ku di mijareke hevpar de nîqaşê dikin, rexnê li hev digirin, hev aciz dikin û ji hev direvin. Ew munafiq bi vî awayî hêz û quwweta wan ya manewî belav dikin. Pey re jî bi rihetî şeqaman li kesên ku qels kirine dixin. Ji ber ku şagirtên Rîsaleyên Nûr di rêya dostanî, biratî û fena fi’l-îxwan de diçin, înşaellah wê vê plana xwedîtecrûbe ya munafiqan bêber û bêkêr bihêlin.
(Şualar: 393)
***
Ey şagirtên hêja yên Rîsaleyên Nûr, birayên min yên ji min bextiyartir û fedakartir!
Husn-u zenna we ya zêde ku hûn derbarê min de dikin, ji ber şexsiyeta min belkî zirarê nede we; lêbelê zatên mîna we heqîqetbîn divê li xizmetê binêrin û ji wê hêlê ve mêze bikin. Eger perde rabe û eslê min -yê ku ji serî heta bi binî bi kêmasî ye- xweya bike, wê gunehê we bi min were. Ji bo ku ez we ji biratiya xwe dûr nekim û we poşman nekim, texmîn nekin ku ez li meqamên bilind im ku ne heddê min in. Bi vî şiklî xwe bi min ve girênedin.