Belê, zerûret, meyla hevgirtinê û tecrube 1 gişt û tecawub hevagahdarkirina neqlî, dê destê wan dilop û biriqokan bide hev û dê mesafeya navbera wan rake û wan bigihîjîne hev û dê hewzekî ava heyatê û elektrîkeke nûrkirox ku dunyayê ronî bike, ava bike. Ji ber ku cemala kemalê dîn e, hem jî dîn, ronahiya seadetê/aramiyê ye; bilindbûna husnê/xweşikiyê ye û selameta wicdanan e. (Haşiye)
P- A niha em, dê behsa azadiyê bipirsin. Çi ye ev azadî ku li ser wê ew çend şiroveyên cihê cihê ku di nav wan de nakokî hene tên kirin û xewnên ecêb û xerîb li serê tên dîtin?
B- Yekî ku ev serê bîst salî ye azadiyê, qendera di xewnê şevan de jî dişopîne û li ser wê evînê, terka her tiştê xwe kiriye, dikare bersiveke baş bide we.
P- Wan, azadî bi awayekî gelek neçê tefsîr kiriye; hetta wisan tê ku di azadiyê de meriv, her çi sefîhî û rezîlî bike jî -bi şertê ku zerar nede derdora xwe- tiştek nabe û tu kes nikare dengê xwe ji merivên wisan re bike. Ka wiha dibe?
B- Kesên wisan, ne azadiyê; dibe ku sefîhî û rezîliyên xwe didin xuyakirin û mîna zarokan dikevin hezeyanan, gotinên eletewşî dikin.Lewra azadiya nazenîn, bi edebên şerîetê hatiye edebkirin(terbiyekirin)û xemilandin. An na azadiya di sefîhî û rezîliyê de, ne tu azadî ye; dibe ku heywanî be, îstîbdada Şeytan e. Dîlbûna ji nefsa emmare re ye. Azadiya giştî, kurtenîşana azadiya yek bi yek a ferdan e. Nîşana azadiyê ew e ku meriv, zerarê ne bide nefsa xwe û ne jî bide derdora xwe.
عَلَى أَنَّ كَمَالَ الْحُرِّيَّةِ أَنْ لَ يَتَفَرْعَنَ وَأَنْ لَ يَسْتَهْزِئَ بِحُرِّيَّةِ غَيْرِهِ إِنَّ الْمُرَادَ حَقٌّ لٰكِنَّ الْمُجَاهَدَةَ لَيْسَتْ فِي سَبِيلِهَا
P- Hin meriv, mîna te me’neyê nadinê. Hem jî hin tevger û helwestên hin Jon Turkan, ne baş tên şirovekirin. Ji ber ku hin ji wan Jon Turkan,rojiya Remezanê dixwin, araqê vedixwin û terka nimêjê dikin. Kesên ku wiha bi fermana Xwedê re xiyanetê dikin, dê bi çi awayî bi gelê xwe re rast bin?