Kitaplar
Dersên Civakî

   P- Te got “Agir nûr” e; a niha jî, çima bi çavê êgir lê dinihêrî?

   B- Erê, nûr, ji nebaşan re nar e; wan dişewitîne.

   P- Em, dê ji wî qismê ku ehlê fezlê ne û ji wê firqeyê ne re, çi bibêjin? Ka, ne ew merivên qenc in!..

   B- Gelek kesên baş hene, ji wantirê ku qenciyê dikin; lê belê xerabiyê dikin.

   P- Bi çi awayî ji qenciyê xerabî tê? 

  B- Xwestina tiştê ku ne yê bûyînê ye, wisan e ku meriv li xwe xerabiyê dike. Kesê biaqil dizane ku gava bi niyeta hilfirînê kî xwe ji çiyayekî,bi hewa bixe, parçe wesle dibe. Lewra tiştê ku ew dixwazin, an hikûmateke masûmî ye, hal ku hal e, a niha şexsê wehîd jî, nikare masûm bimîne; ka li kê derê ma, hukûmateke ku qendera zerreyên wê jî ji gunehkaran derketiye holê, bi temamî masûm be! Nexwe divê em bi wî çavê ku ka xêrên wê ji gunehên zaftir in an na, li hukûmatê binihêrin. An na hukûmata bêguneh, li vê alemê ne îmkan e. Merivên wisan, ji min re weke enarşistan tên. Lewra yek ji wan -Xwedê neke heke hezar salî bijî, tu dibêjî qey ew kîjan teşeyê/awayê hukûmatê bibîne, ji ber wê hulyaya ku di hişê wî de ye, dîsan dê qaîl nebe. Bi wê meyla xerakirinê ku encama vê hulyayê ye, dê hewl bide ku wî sûretî(rûyê hukûmatê) xera bike. Di vê rewşê de, di çavê van ên wiha de,qendera li ber çavê wan Jon Tirkên ku ew zenna nebaşiyê ji wan dikin jî, ji firqeya wan kesên mel’ûn, enarşist û teşqelexwaz tê hesibandin.Ew tiştê wan merivên ku ne baş dixwazin, ji ber ku tiştê nebûnê ye,encama wê jî îhtîlal û fesad e.

   P- Dibe ku halê berê dixwazin?

   B- Ez dê ji we re gotineke kurt bibêjim; hûn dikarin jiber bikin. Eva:Rewşa (pergala berê yê padîşahiyê) ya nebûnê ye. Yan rewşa niha yan jî xerabûn!

   P- Gelo êdî padîşahên mîna Sultan Hemîd dê derkevin ser wî textî? Êdî careke din dê rewşa berê qet nebe gelo?

   B- Heke ev konê we yê reş bê parçekirin û şewitandin û xweliya wî bê bakirin, gelo dibe ku ji wê xweliyê, ji nû ve çadir bê çêkirin û di wî konî de bê rûniştin?

   P- Çima?

   B- Ji ber ku zemanê berê, tevî ku ji hezar merivî deh jê hişyarbûyî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat