Kitaplar
Dersên Civakî

lê belê heta ku hûn li mehengê nexin, megrin! Lewra gelek peyvên qelp di bazirganiyê de diçin û tên. Hetta gotinên min jî, ji ber wê yeka ku ez dibêjim, mekevin zennên nebaş û qebûl mekin. Dibe ku ez jî mufsîd bim an jî bê hemdî xwe îfsadê dikim. Nexwe rê medin her peyva ku têgotin ku bikeve dilan. Ha, peyvên ku ji we re dibêjim bila di destê xeyalê de bimînin, li mehengê bidin, gava ku zêr derketin, di dilê xwe de veşêrin. Heke sifir derketin, têra xwe bi xiybetê bidin serê û nifiran pê ve bikin; bi ser min de biqewêrin/berêdin bişînin.

  P- Tu çima bi zenna nebaş li zenna me ya baş dinihêrî? Padîşah nekarînku te ji heqqiyê bizivirînin. Jon Tirkan, nekarîn tu ji xwe re bikinî ram û mudahene/qirdik. Lewra wan tu hebis kirî, wan dê tu bi dar ve bikirayî; lê belê tu neketî zelîliyê; tu li hember wan, bi awayekî merdî derketî. Hem wan, dê meaşên mezin bidana te; lê belê te qebûl nekir.Nexwe tu, ne ji bo alîgiriya wan dibêjî. Nexwe tu, alîgirê heqqiyê yî!

   B- Erê, yê/ya ku bi heqqiyê dizane, xatirê heqqiyê bi goriya tu xatirî nake(nadebi tu xatirî). Lewra xatirê heqqiyê bilind e; divê ji tu xatirî re neyê gorîkirin.Çi heye ku ez, vê zenna we ya baş, qebûl nakim. Lewra dibe ku hûn, vê zenna baş ji mufsîdekî, ji dessasekî jî bikin. Hûn li gor delîl û aqûbetê binihêrin.

   P- Em dê bi çi awayî pê derxin? Ka em nezan in; ê xwe em, ehlê ilmê yên mîna we teqlîd dikin?

   B- Her çendî hûn nezan in; hûn têra xwe bi aqil in. Ez bi kîjanê yekî ji we re tirî parve bikim, dibe ku ew li min hîleyan bike. Nexwe nezaniya we ne uzr e… Va ye fêkî, ne ku ferqa navbera darên ku mînane hev, nîşan didin. Ku wisan e, hûn li encamên fikrên min û li fikrên wan binihêrin. Ha, di yekê de îstrehet û îtaet e; di ya din de îxtîlaf û zerar veşartî ye. Ez dê mîsaleke din jî bibêjim. Li vê sehreya ha, agirek dixuyê. Ez dibêjim nûr e; heke agir be jî, tebeqeya jor e ku ji narê kevn maye û qels e. Werin em li dora wî xelqe bigrin û lê temaşe bikin. Em jê feyz bigirin da ku tebeqeya agirî biqelişe ku em jê feyde bigrin. Çawan ku min got, heke “nûr” be, jixwe em dê jê îstîfade bikin; na heke bi qaydê ku wan got, nar be, me tev nedaye ku ew me pê bişewitîne.Ew dibêjin ku ew agirê sotîner e. Heke bibe nûr, dil û çavên wan kor dike. Heke bibe nar, cisim û libasên wan dişewitîne. Lewra ev “nûra seadetê” ku ew jê re dibêjin “nar”, li kê dera dunyayê derketiye, digel ku xwîna bi milyonan însanî, mîna tulûmê/meşkê bi ser de hatiye valakirin jî, nehatiye tefandin. Hetta ev du sal in, li mulkê me, du sê caran teşebbus hat kirin ku bê tefandin; lê belê wan yên ku xwest bitefînin, ew bi xwe tefiyan.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat