Kitaplar
Dersên Civakî

ku wî ditirsîne; teqlîd e ku wî diqilqilîne. Ji ber ku bi xwe bawer e û bi xwe re qewet nabîne, aciz e, seadeta xwe jî, dil û aqilê xwe jî, kîsikê hikûmatê de texeyyul dike û ku dil û aqilê wî jî, ji kîsê hukûmatê ye ditirse.

   P- Hin meriv mîna we nabêjin. Dibêjin “Dibe ku pêdivî bi hatina Mehdî hebe.” Lewra dinya ji aliyê pîrîtiyê ve, têra xwe li hev ketiye.Îslamiyet, ji ber wan xerez û amancên ku serî li wan hatiye berdan hejiyaye.

   B- Heke Mehdî bilezîne bê, ser seran û ser çavan, divê a niha were.Lewra zemîneke xweş amade ye û hat bikeyskirin. Çawan ku hûn zenn dikin ku kirêt e, ne wisan e. Kulîlkên xweşik, biharkî dibişkifin.Ji nîşana rehmeta Îlahî ye ku sefîliya vî miletî bi dawî bike. Digel vê yekê, kî ku bibêje “zeman, bi temamî bû berhewa” û meyla xwe bide ser dewra berê, bê hemdî xwe, ji nezaniya xwe, mîna ku ew guneyên berê ku ji ber muxalefeta Îslamê derketin holê, çawan ku hin biyaniyan,ew dikirin gunehê Îslamê, ew jî dikevin sefa wan zilimkaran.

   P- Kesên ku fikran tevlihev dikin û Meşrûtiyetê teqdîr nakin kî ne?

   B- Ha, ev in. Milletê însanan ku di bin serdariya cehalet axa, riko efendî, xerez beg, tol/heyf paşa, hezretî teqlîd, mosyo geveze de ye,cemiyeteke wisan e ku wê meşwereta ku serkaniya aramî û xweşhaliya me ye diêşîne. Di nav benî adem de yên ku xwe dispêrin wê cemiyetê û dirhemeke zerarê xwe ji hezar lîreyî menfeeta milletî re bigorî nakin, ew kes in ku menfeeta xwe di zerarê merivan de dibînin hem bi awayekî bêmuwazeneyî/bêdenge û bêmuhakemeyî, maneyan/pîvanan didin hem digel ku meyla tolhildanê û xereza xwe ya ferdî feda nakin jî, bi awayekî mexrûrî (bi quretî) dibêjin ku em rûhê xwe di ber milletê xwe de didin hem jî fikrên wisan nemaqûl dikin ku muxtarî ku destpêka begîtî yan jî mîrekiyê ye, yan jî bi navê komarekê ye hem jî, ji ber ku wê efuw û îstreheta giştî ku îhsana yekê ya azadî û Meşrûtiyetê ku zulûm dîtiye; kîn girtiye, nekariye bi ser fikra xwe ya tolhildanê bixe, bêhna her kesî teng dikin; wan dixin heyecanê û dikin ku gel zêdegavî bikin û ew bên wan terbiye bikin û bêhna wan derê,dilê wan rehet bibe.

   P- Tu çima ji van giştan re dibêjî ne baş in. Ji me re wisan tê, ew weke xêrxwazên me dixuyên?

   B- Ti mufsîd nabêje ez mufsîd im. Berevajiyê vê yekê, tim û daîm mîna ku alîgirê heqiyê be xwe nîşan dide. Erê, tu kes nabêje “Dewê min tirş e.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat