Erê, ev amûda nûranî dê himayeya dîn bide serê cesaretê û têxe çavê nobedar û hilde ser milê hemiyetê. Hûn dibînin, biriqînên cihê cihê,dest bi ronîdanê kirine. Bere bere dê bi încîzabê/hevkêşiyê bikelije. Dihunera hîkmetê de baş hatiye fêmkirin ku hesta dînî, nexasim dînê heqê fitrî, gotina wî bêhtir nafîz(derbasdar); hukmê wî bêhtir bilind tesîra wî bêhtir şedîd e.
Elhasil: Yê ku îtîmad/bawerî bi kesê ji xeynî xwe neêne, ew bi nefsa xwe teşebbus dike. Ez dê ji we re mîsalekê bibêjim. Hûn koçer in; malê koçeran mêşin e. Hûn bi wî îşî dizanin. A niha her yekî ji we, hin mêşinên xwe dane ber şivanekî. Îcar ew şivan, zexel û alîkarê wî sistopisto; kûçikên wî ne hêja ne. Gelo hûn bi temamî pê îtîmad bikin, bi rehetî li mala xwe rakevin; mêşinên bêçare li nav gurên zalim(har) û diz û belayan bihêlin baş e yan na hûn, bizanibin ku ew (şivan) têra şivantiyê nake, hûn xewa xefletê biterikînin, her yek ji we ji mala xwe mîna qehremanekî (rabe û)bazde û li dor mêşinan xelqe bigire, di bergîdana şivanekî de, bibe mîna hezar muhafizî da ku ti gur û diz nebizive çêtir e? Gelo tiştê ku (ew)dizekên “Memxuran” kirin tewbekar û sofî, ne ev raz/sir e? Erê, giyanê wan xwest bigrî, yek bû hincet û giriyan.
Erê, erê! Ne’em, ne’em!.. Kermêş vizeviza xwe bibire, mêşa hingiv vinevina xwe xera bike jî, bila şewqa we xera nebe. Xembar mebin. Çimkî Mûsîqeya Îlahî/Qur’an ku bi newayên xwe, kaînatê diêne reqsê û razên heqîqetan direhilînin û tim û daîm dikin zirmezirm 1 . Sultanê ezel ku padîşahê padîşahan e, bi vê mûsîqaya xwe ya Îlahî ku jê re Qur’an tê gotin, temamê alemê tije dike û dike ku zirmîn ji qubbeya asîman were û ew vî dengî li dîmax, dil û devê ‘ûlema, meşayix û xutebayên/xetîbên ku mîna sadef,şikeft û qefayên çiyayan dixe, li wan deran olan dide(dudengî dibe)û ji zimanên wan derdikeve û seyr û seyelan dike, bi deng û awazên cihêrengî dunyayê bi zirmezirmê dixe, dihejîne û bi cisimbûn û hişyarkirina manewî, temamê kitêbên Îslamî, her yek jê mîna ku dixe hukmê tenbûr û têl û şirîdên kanûnê û her têlek, bi cûreyekî xwe, wî dengê esmanî û rûhanî îlan dike û yê/ya ku bi guhê dilê xwe nabihîse yan jî lê guhdarî nake, gelo bi çi awayî li hember vî dengê ha, dê demdemeyên emîrekî mîna kermêşê û vizevizên zilamên hikûmatê ku mîna ne pêşîreşk 2 bibihîse?
Elhasil: Merivê ku ji aliyê veguherînên siyasî ve, tirsa dînî bikeve dilê wî, paya wî ya ji vî dînî, mîna konê pîrepitkê/pîrepîrê qels e. Cahilî ye