Kitaplar
Dersên Civakî

hûn, giliyê xwe, ji xwe bikin(bila şikayeta we, ji we bi xwe be). Heke hûn her qebehetî biavêjin ser hikûmat û Tirkan, hûn dê zehf biên xapandin.Ez dê mîsalekê ji we re bibêjim:

   Gava li serê kaniyeke mezin ku şaxên wê belavî her aliyî bûne,şêlûbûn çê bibe, guherîn digihîje her aliyê wê; lê belê gava hewzekî mezin, di navenda sed kaniyî de be, ew hewz, li wan kaniyan dinihêre û tabi’ê wan e. Em ferz bikin heke ew hewz, bi temamî bê guhertin yan jî -Xwedê neke- xera bibe jî, li kaniyan tesîr nake -heke kanî kanî be-.

Va ye binihêrin! Bi hikmê îstîbdadê, Stenbol û hikûmat, serkanî bûn;we jî heqqê gilî û gazinan hebû; îca a niha, di rastiya xwe de biquwwe Stenbol, gol e; hikûmat, hewz e. Tirk, zeynav e yan jî divê wisan be.Kanî li cem me ye yan jî, divê li bal me be.

   Gelî Kurdan! Dibînim ku li bal me kanî tune ye. Ji ber wê yekê em,aveke genî ku ji derên dûr tê, vedixwin. Em mîna berê, wan tiştên ku dibin, weke kirinên îstîbdadê dibînin. Nexwe xîret bikin, bixebitin. Jibo teqwiyekirina Meşrûtiyetê ku em pê dikarin bigihîjin seadetê, fikra milliyetê bikin mîna heffar û marîfet û fezîletê bidin destê wî. Kunganekê biavêjin van deran da ku kaniya kemilînan, li cem me jî der bibe.Heke na, hûn dê daîma bibin parsek; an na hûn dê ji têhnan bimrin.Hem parsekî, pere nake. Heke meriv gava bibe parsek jî, bila parsekiyê ji/li nefsa xwe bike. Bi min, parsekên merhemetê, yan neheq in an jî zexel in. Heke hûn meriv bin, hikûmat û Stenbol û Tirk bibin çi jî, nikarin zerarê bidin we; lê belê wê gavê qenciya wan, dê bigihîje we.

   P- Çima bila qencî bê; lê belê xerabî neye; ka her du jî hevalê hev û din nîn in qey?

   B- Ya hûû! Me got: Niha hikûmat û Stenbol, di çalê de hewz in, an jî dê wisan bin. Îcar hewz li jêrê ye. Nebaşî giran e; nikare derkeve jorê-bi şertê ku bi cahiliyê neyê cezbkirin!- qencî nûr e, tîrêja xwe dide jorê.

   P- Bila zerar negihîje vî dînî, çi dibe bila bibe, ne xem e.

   B- Îslamiyet mîna tavê ye, bi pifkirinê natefe; mîna rojê ye, bi çavgirtinê nabe şev. Yê ku çavên xwe bigre, tenê li xwe dike şev. Hem gelo heke bi padîşahekî têkçûyî yê bêçare yan jî bi karmendên berzeq an jî, bi polîsê bêmentiq bawerî bê kirin, parastina vî dînî li hêviya wan were hiştin baş e yan na ji sitûna nûranî ku ji raya giştî biriqînên nûrên Îlahî û bihevdecebirîna çîkên nûranî yên ku ji xîretkêşiya Îslamê çê bûne ku ew jî kana/madena hestên Îslamî ya li pişta “raya giştî” ya gelê ku şefqeta îmanî ya di dilê her kesî de çê bûye û li hêviya hemiyeta wî şûrê almasî ye bê hiştin baş e? Hûn bidin ber hev û din.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat