Kitaplar
Dersên Civakî

nehat kirin jî. Li dunyayê tiştê herî ecêb, herî xerîb, ji wan kesên ku digel ku bi awayekî îftîxarî di rêya selameta milletê xwe de ruhê xwe feda dikin jî, carcaran di meqsedên xwe yên şexsî de û di menfeetên cuz-î yên quretiya xwe de, çikusiyê dikin; bedêlan nadin.

   Nexwe şerîetxwaz, du cûre ne: Cûreyek jê, digel muwazenekirinê, zarûretê jî li ber çavan digrin û bi awayekî hûr û kûr dixwazin ku Meşrûtiyetê li gor şerîetê pêk biênin. Cûreyê din jî, bê muwazene, bi awayekî zahirperestî, dikeve rêyeke bêserûber.

   P- Di Meclisa Mebûsan de Xiristiyan û Cihû hene, çi qîmeta wê raya wan, di şerîetê de heye?

   B- Serê pêşî: Di meşweretê 1 de hukum, hukmê piraniyê ye. Îca piranî jî Misilman in. Ji şêstî zêdetir zanayên dînê Îslamê ne. Mebûs,azad e; nabe ku di bin çu tesîrê de bimêne. Nexwe hakim Îslam e.

   A duduyan: Di çêkirina saetê yan jî xebitandina makîneyê de, raya hunermendekî mîna Xaço û Berham, mûteber e. Çawan ku şerîet red nake, ji ber ku zafê mesalihê siyasî û menafiyê îqtîsadî yên li Meclisa Mebûsan jî, li ser vî awayî ne, divê neyê redkirin. Îca herçî ehkam û huqûq e, jixwe nayin guhertin. Tetbîqat û tercîhat e ku îhtiyac bi meşweretê dibînin. Wezîfeya mebûsan, ji bo ku ehkam û huqûq bi awayên nebaş neyên bikaranîn û rê, li ber hîleyên hin qazî û muftiyan were girtin, divê hin qanûn bên çêkirin û dora wan were sûrkirin. Nabe ku guhertin, di eslê wê de bên çêkirin. Heke tiştekî wiha bê kirin, xwekuştin e.

   P- Tu dibêjî “Edalet e.” Çima barûpiştiyên dewletê ji ser hejaran/belengazan sivik nebûn?

   B- Ferqek heye. Zemanê berê, hatinên dewletê winda dibûn diçûn; aniha gel reqîb 2  e. Nexwe wan, ew bi avê de berdida û diavêt şiristanê; îca a niha diavêjin zeviyê yan jî, dê were avêtin. Ha qet nebe ev jî sivikiyek e.

   P- Ev hikûmat û Tirk, her bi çi awayî bibin, em nikarin rehetiyê bibînin û bi pêş ve biçin. Heke em jî, serê xwe hildin, bi ser wan de li alemê binihêrin û em jî, destê xwe bi wan re dirêjî ava safî bikin û em,nîşan bidin ku em jî qewmek in, çawan e? Lewra hikûmat û Stenbol bêhtir şêlû ne?

   B- Meşrûtiyet, hakimiyeta gel e, ango Meclisa Mebûsan ku mînaka zindî ya raya giştî ye, hakim e. Hikûmat, xadim û xizmetkar e. Nexwe

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat