Kitaplar
Dersên Civakî

bike, peşka reş a merivahiyê ji holê rake. Hem jî rakir; lê belê çi heyf e ku bi tesîra guherîna di nav zeman û mekanê de, Xîlafet veguherî Seltenetê û îstîbdad, piçekî bi xwe ve hat. Hetta zemanê Yezîd, hinekî bi qewet bû û serê xwe rakir; îca Hezretî Îmam Huseyn, şûrê azadiya şer’î kişand, hewaleyî serê wê kir. Çi heye ku cehil û wehşet ku qeweta îstîbdadê ne, ji wan aliyên alemê,mîna zeynavê/ava hewzê genî qewet da îstîbdada Yezîd.

   P- Meşrûtiyeta niha li ku, îstîbdad li ku? Tevgerên wan li ku? Xîlafet,seltenet li ku? Tu bi çi awayî tetbîq dikî? Bi çi awayî wan her duyandidî ber hev û din? Di navbera wan de qern û esr hene.

   B- Sirrê Meşrûtiyetê ew e ku, qewet di qanûnê de ye; herçî şexs e,ew hîç e. Asasê îstîbdadê, qewetê di şexsan de dibîne; şexs dikare li gor kêfa xwe qanûnan bike tabiê xwe û li gor xwe bi keys bike. Heq ji qewetê re binketî ye... Lê belê ev her du ruh, li gor her zemanî dikevin şeklekî û libasekê li xwe dikin. Modeya vî zemanî, wiha lê dike. Bila neyê zennkirin gava ku îstîbdad bi ser ketiye, bi temamî hukmê xwe îcra kiriye û gava Meşrûtiyet têk çûye, mehf bûye. Kella! Jibinî na! Ji ber ku di kaînatê de, mutleq serfiraz “xêr” e, li gelek çîn û şaxên heyata civakî Meşrûtiyet bûye hukumferma. Têkoşîn berdewam; îca herb jî seccal 1  e.

   P- Hin meriv dibêjin ku “dijberê şerîetê ye.”?

   B- Rûhê Meşrûtiyetê, ji şerîetê ye. Heyata wê jî jê ye; lê belê ji ber zerûreta pêdiviya, dibe ku bibe teferuat û bi awayekî demborî muxalif bikeve. Hem jî, her çi hal/rewş ku di zemanê Meşrûtiyetê de were meydanê, ne ji Meşrûtiyetê bi xwe ne, nabe ku ji meşrûtiyetê bê hesibandin.Hem jî, kîjan tişt heye ku bi her awayê xwe li gor şerîetê be? Kîjan meriv heye ku hal û hereketên wî gişt li gor şerîetê bin? Nexwe hukûmat bi xwe jî -ku şexsê manewî ye- nabe ku bêguneh be. Hebe tune be ancax dikare li Medîneya Fezîletên xeyalî ya Eflatûna Îlahî,bibe masûm. Lakîn rêyên piranî yên Meşrûtiyetê û yên bikaranînên neçê tên girtin; îca di îstîbdadê de rê, vekiriye.

   P- Tu bi çi awayî bersîv didî wî tiştê ku tu bi xwe lê îtîraz dikî?

   B- Ez têkilî kincê dibûm. Hikûmat, merivekî baş e; kincê pîsan li xwe kiribû. Me dixwest ku em, wî kincî biqelêşin û wê jê bişûn; mixabin nebû. Me li hêviya demê hişt da ku (ew cil) hêdî hêdî biqelişe.Erê nimêj dikir; (lê belê) qibleyê nas nedikir; peyre nas kir an dê nas bike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat