B- Ne ecêb e. Carcaran ji îxtîlafê tê îstîfadekirin. Ji bo zêdebûna hejmara wê îstîbdada pîs, dereceyekê qeweta hev dişkandin û bi edalet dibû. Nexwe karê we dijwar bû.
P- Qismê duduyan çawan e?
B- Zilamekî mezin, xwe dispêre heqiyê; aqilê xwe bi kar tîne, gelê xwe bi rêya hezkirinê, bi xwe ve girêdide û dernakeve ser milê bindestan(jar û belengazan);dikeve bin milê wan, wan bilind dike, şewqa(halana) wan hişyardike. Gava qenciyek çê bibe, ji aliyê manewî ve li gelê xwe pay dike. Ku ji herkesî re hin namûs/şeref dikeve, şewq zêde dibe. Ji bo ku heq, ciyê xwe bibîne,gelê xwe dide ber roniya marîfetê, ji hestên wî gelî re ku gulpikmîsal in, ava zelal a hezkirinê û aqilî dişîne. Heke (bi vî awayî) gurûgeş bike, dibe mînaka muşexxes mezin a ji reîsê Meşrûtiyetperwer ku di hedîsa şerîf de wiha hatiye pesindan:
سَيِّدُ الْقَوْمِ خَادِمُهُمْ
Heke hûn bixwazin bi çavê xwe Meşrûtiyetê bibînin, li vê eyneyê binihêrin.
P- Nexwe “mezin” ne ew e ku şûrê wî tûj e û gelê xwe ji xwe re feda dike. Dibe ku mezin ew be ku aqilê wî têr û tije û dilê wî jî, ji gelê wî re fedakar e.
B- Va ye, a niha we ronahiyek dît. Helbet hûn dikarin ji aliyê pev-girêdanê ve, cihêrengiyên navbera mirîdên şêxekî heqîqî yan jî mensûbên begên zemanê berê yên adil(dadawer) û xizmetkarên axayekî zilimkar bibînin. Mixabin meziyeta bi mezinan re li ciyê ku bibe sedemê nefsbiçûkiyê, dibe navgîna zordestiyê û zilimkariyê. Li ciyê ku ew demarê qelsî û jariya wî gelê awam, hestên şefqetê hişyar bike, ew rewşa wan dibe sedemê hêsîriya/dîlîtiya wan.
P- Vê îstîbdada pîs, ji kengê ve dest pê kiriye û tê?
B- Wexta ku meriv ji heywaniyê derketine û hatine, êdî bi çi awayî be, wan ev jî tevî xwe aniye.
P- Nexwe îstîbdad, ji heywaniyetiyê hatiye gelo?
B- Erê, ji dustûrê ewil ê heywanan û qanûnên wan ên esasî ye ku gurekî har ê zilimkar, dikare mêşineke bêçare parçe wesle bike û tim ê biqewet dikare li qelsan tehdeyê bike.
P- Peyre?
B- Şerîeta gerra nazilî erdê bû da ku rûyê zemînê paqij; rûyê meriv sipî