Kitaplar
Dersên Civakî

   Gelek kemîn û plan bi kar dianî. Hetta zilamekî mîna min, ilim dikir navgîn û pê tehekkum dikir. An jî camêriya millî, bi awayekî nebaş bi kar dianî. An jî mîna vî şêxî, -ji ber esîliya wî- her kesî qedrê wî digirt û -ji ber ku dizanibû berpirsiyar e ku qedrê wî bigrin- wî şêxî jî zordestî û pêkutî dikir.

   P- Nexwe gava ku em bi destê îstîbdada hikûmatê dihatin kuştin,hin îstîbdadên ku bi wan re alîkarî dikirin hebûne ha?

   B- Erê, ew îstîbdadên piço piço di nav me de, kesên binavûdengên xerîb, hukmê xwe diajotin hebûn ku wan heyat li me bi jehr kiribûn û bi çeka cehaleta me, em mehû dikirin; lê belê dîsan qebehet, qebehetê wê îstîbdada hikûmatê ye ku bavê wan îstîbdadên biçûk bû.

   P- Beg, axa û wan ên ku xwe li şêxêtiyê datînin du beş in; ka cihêrengiya wan ji hev çi ye?

   B- Bi qasê cihêrengiya navbera îstîbdad û Meşrûtiyetê ferq heye.Min jî, ji ber ku dixwest Meşrûtiyet û îstîbdadê bi awayekî zindî nîşanî we bidim, îro jî ez, van her du qisman weke numûne beyan dikim.

   P- Bi çi awayî?

   B- Heke merivê mezin, bi îstîbdadê, pişta xwe bide qewetê, bi qewetê ewle bibe; yan serî li hîleyan bide, yan jî ji derewan re pişta xwe bide wê qeweta manewî ku pê re tune û pê jî, xelqê bike kole/bende û bi pêkutiya tirsandin û cebrê, merivan bigre, daxîne derekeya heywaniyê, bêguman dê daîma şewqa/halana wî gelî bişkêne û kêfa wî xera bike. Heke qanûnek di wê cemiyetê de hebe, tenê di wî kesê ku îstîbdadê dike de, tê dîtin. Tê gotin ku: “Felankesî wiha kir.” Heke di cemiyetekê de çewtiyek çê bibe, qebehet li gelê wan ên ku li dora wî kom bûne(tabiê wî ne) tê barkirin. Ha, mezinahiya di vê mahiyetê de,di heqîqeta/rastiya xwe de, mezin nîn e; biçûk e û gelê xwe biçûk dike.Lewra gelê kesên wisan, her îş û karî, bê hemdî xwe dike, mîna ku ji bo xatiran bike dike. Heke qenciyê bike jî tevlihev dike; hînî melaqî û derewan dibe, daîma dadikeve xwarê. Lewra şewqa ku di hukmê dûkela keda merivan de ye, ditefe. Axa û mezinên wan, li wan siwar dibûn da ku tenê ew xuya bibin? Ji goştên wan dixwe da ku mezin bibe. Li ser qabiliyeta gulpikmîsal a wî gelî, ew reîs dibe perde û wê roniyê nîşan nade. Dibe ku tenê ew gurûgeş dibe, înkîşaf dibe û vedibe. Heke hûn bixwazin îstîbdada muşexxes/zindî bibînin, ha ji we re ev.

   P- Eman! Jehreke ev çend fena ya îstîbdadê hebû ye û ecêb (a giran)e ku em, ev çend wiha li heyatê mane.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat