Kitaplar
Dersên Civakî

wara meyla ser lêgerîna ser heqîqetê ve, bi alîkariya fennên rast, bi alîkariya însafê, bi awayekî qewî tê hêvîkirin ku ev komên dalaletê,dê daxilî nava Ehlê Sunnet û Cemaetê bibin. Ev komên ha, her çendî mîna komekê xuya nabin jî; lê heta tu bibêjî ketiye nava fikran û belav bûne. Dibe ku bi herkesî re meylkirina li ser mesleka ku meyla wan liserê ye hebe. Hetta ku zikê mêjiyekî were vekirin û ew bê mezinkirin ûew maneyên wê derê biêne tecessumkirin, dê were dîtin ku ev komên dalaletê, bi awayekî sinematografwarî (Haşiye)  di wî hişî de zindî dike.Ev qisse dirêj e, ne meqamê wê ye. Hûn pirsên xwe bikin.

   P- Vê Meşrûtiyetê, mezinên me, begên me şikand; lê belê hinek jê jî,musteheqê bûn. Hem jî, berî ku ew, tiştekî raberî çavan bibînin, heman tenê bi bihîstina nav û dengê Meşrûtiyetê bi hev û din ketin. Hîkmeta vê yekê çi ye?

   B- Ji aliyê manewî ve, ji her hengamekê re hukmek û hukumranek heye. Bi gotineke ku hûn jê fêm bikin, lazimatiya me bi axayekî wisan heye ku bizanibe wê makîneyê bixebitîne. Ha, hakimê manewî yê zemanê îstîbdadê “qewet” bû, şûrê kê tûj; dilê kê hişk bûya, bi pêş vediçû; lê belê zenberek, ruh, qewet, hakim û axayê zemanê Meşrûtiyetê heq e, aqil e, marîfet e, qanûn e, fikrên giştî ne. Aqilê kê tûj be, dilê kê ronak be, tenê dê ew bi pêş ve biçe. Ji ber ku ew kesên, gava ku bi ilmê/zanistê re eleqedar dibin, ilmê wan zêde dibe û ew kesên ku piştgiriya wan li ser qewetê ne, gava pîr/kal dibin, ji qewetê dikevin; zanist çiqas zêde dibe, ewqas bi zêde dibe; îca qewet/hêz, çiqas zêde dibe, ewqas kêm dibe. Ew hikûmatên Qernên Çaxa Navîn ku xwe spartibûn qewetê, bûn mehkûmê hilweşînê; îca ji ber ku hukûmatên Qernê Hazir/îro xwe spartine ilmê, mezherê temenekî Xizirwarî ne. Ha, Kurdno/gelî Kurdan! Heke beg, axa hetta qendera şêxên we jî, pişta xwe bidin qewetê (xwe bi qewetê piştrast bibînin)û şûrên wan tûj be jî, bêguman teqez dê bikevin. Hem jî musteheq in.Heke pişta xwe bidin aqil û di ciyê cebrê de muhebbetê bi kar biênin,hestên wî, ger tabiê fikran bin, ew dê (bi paş de)nekevin; dibe ku bi pêş ve biçin.

   P- Vê inqilaba hikûmatê, çima di her tiştî de bi xwe re inqilabek anî?

   B- Li gor sirrê  

اَلنَّاسُ عَلَى سُلُوكِ مُلُوكِهِمْ

îstîbdadê, xwe gihandibû rehên her kesî. Di gelek nam û sûretan de xwe dida nîşandan.

                                

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat