Kitaplar
Dersên Civakî

û derbas bibe bê li we silav bike. Hûn çi qas zû vê rêyê çê bikin, ew jî dê ew qas, bi lez û bez were.

   P- Înşellah! Heke talihê me hebe, em jî dê bibînin. Gelo ji me re tewekkul ne bes e?

   B- Ji talihê xwe yê bêçare re, divê hûn jî alîkariyê bikin. Mebin mîna tiralê Bexdayê. Ev tewekkula we ya bêteşebbus ku hinceta zexeliyêye, ji ber ku nîzama sebeban red dike, tê wê maneyê ku li hember wê îradeya Îlahî ya ku kaînatê tenzîm dike, xwe li rikê datîne. Ev tewekkul,li xwe vedigere; xwe bi xwe, xwe pûç dike.

   P- Em niha xerabiya wê jî dibînin, qenciya wê jî. Berhemên Meşrûtiyetê kîjan in; berhemên yê din (yê îstîbdadê) kîjan in?

   B- Çi qas qencî hene, ji tîrêjên Meşrûtiyetê ne. Çi qas xerabî hene,yan ji tarîtiya dewra îstîbdada kevn e, yan jî ji zulma îstîbdadeke nû ya bi navê Meşrûtiyetê ye. Dîsan îstîbdad li ciyê xwe ma; hetta ku piştîhewariyê (mirina bavê wê ku ew îstîbdada kevn bû û mir ew jî xatir bixwaze û bide dû bavê xwe. (Dê temenê wê biqede, bimre here.) Lêbelê hûn bawer bikin, dê ronî bi ser bikeve; ronî, dê tariyê têk bibe.

   P- Tu Meşrûtiyetê pir zêde mezin dikî. Zemanê berê ray, raya yekî bû û ji milletê pirs nedihat kirin. Niha meşweret e; ji miletê tê pirsîn.Milet dibêje, “Ji bo çi?”. Jê re “Çi dixwazî?” tê gotin. Va ye ew qas e.Hîna çi ye ew qas tu, lê zêde dikî?

   B- Jixwe vê xalê, hemû bersivên min xistine nava xwe. Lewra gava Meşrûtiyet bikeve hukûmatê, fikra azadiyê, Meşrûtiyetê, ji her aliyîve hişyar dike û di her cûreyî de, di her komê de, Meşrûtiyeteke ku bi awayekî ji awayan, li ser hunera wê (hukûmatê) be diwelidîne. Hetta di nav aliman de, li medreseyan, di nav feqiyan de, ji aliyekî ve mîna Meşrûtiyetekê encam dide. Erê, ji her taîfeyê re, Meşrûtiyeteke li gor wê, bivê nevê nûbûnek tê îlhamkirin. Ha ev, leme’eyên Meşrûtiyetê kuli pişt wê, tava/roja seadetê, telwîh/destnîşan dike û dest bi mêldarî,vekişîn û hevgirtinê dike ku hikûmata Meşrûtiyetê, ev çend bi min daye hezkirin. Bi min di meseleyên dînî de, pêkutiya/zordariya ilmî ye ku hîmê teqlîdê daniye û pê îxtîlafan deraniye û kiriye ku firqeyên/komêndalaletê/xurufî yên mîna Mutezîle, Cebrîe, Murcîe û Mucessîme’yan ji Îslamiyetê bizên/derkevin. Ew mûtlaq e ku di eslê wê de qeydkîrî ye. (Haşiye) Heke Meşrûtiyeta ilmê, digel heqqiya xwe were damezrandin,

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat