Kitaplar
Dersên Civakî

   B- Tiştekî ku ji sed salî vir ve, ber bi xerabûnê ve diçe, wisan bi carekê naye çêkirin. Ez dê mînakekê ji we re bibêjim. Serê kaniyekê demeke dirêj genî bûye; bêhn ketêye; bûye jehr, gelek gemarî bûye. Peyre heke were paqijkirin, tiştên gemar jê werin derxistin û mîna hewzekî were çêkirin, gelo ava wê kaniyê dê demekê şolî neherike? Lê belê hûn meraq mekin, aqûbeta wê dê zelal bibe.

   P- Wê Meşrûtiyeta ku tu tarîf dikî, çi qasî wê ji me re hatiye û çima bi temamî nayê?

   B- Tenê ji deh qisman, qismekî wê karibûye bê cem we. Lewra Meşrûtiyeta bêçare, ji wan hirçên wehşetê, ejderhayê cehaletê û gurên neyartiyê yên van newalên we yên kûr û çiyayên we yên asê ku wehşet-engîz, cehaletperwer,xusûmet-efza ne, ditirse. Wisan zû bi zû nikare biwêribe ku bê. Heke hûn wiha zexel bimênin û rêya wê çê nekin; bi ser de jî hûn tiralî û zexeliyê bikin, hûn dê ancax piştî sed salî bi temamî cemala wê bibînin. Lewra mesafeya navbera we û Stenbolê, qûnaxa heyvekê/mehekê ye; lê belê mesafeya di navbera we û ehlê Meşrûtiyetê de, ji hezar mehî zêdetir e.Lewra dirûvê we, dide zilamên zemanê berê. Ew Meşrûtiyeta nazik,heke ji marên derdora Stenbolê bifilite, tevî ku ji vê mesafeyê derbas bibe, ji qeraçên bejiyên we yên ku merivan hildiveciqînin ên mîna feqr/xizaniyê, çiyayên gelek asê yên mîna neyartiyê derbas bibe jî dîsan dêleqayî eşqiyayan/rêbiran bê. Bi kurtebêjî hin kesên ku bi bergîdana tiştê ku layiq in qaîl nabin û vê hezim nakin (çavê wan bar nade), hin kes ji ber xwarina goştê hin kesan diranê wan hatiye kişandin û hin kes jî mîna Bektaşiyekî navdar, me’ne didin; derdikevin ser rê û şêlandin û talanê dikin. Hê ji wan virdatir îca jî hin şeqlebend hene. Bi hin hincetan dixwazin wê parçe parçe bikin. Nexwe hûn jê re yan rêyekê yan jî balonekê çê bikin.

   P- Em bêhêvî man. Hîna dê çi wextî bi bal me ve were?

   B- Bêhêvîtî, ji bêqewetiyê tê. Bêhêvîtî, li pêşiya her tiştê ku li ber kemalêye, dibe kelem. Herçî hemiyet e/welatparêzî ye, berxwedana li hember hemû keleman e. Hêjku ev zeman, wan tiştên ku bûyina wan weke tiştekî nepêkan e tê zanîn, dadixîne wê dereceya ku ya bûyinê ye. Ew hemiyeta/xîretkêşiya ku zû werdigere bêhêvîtiyê, ne hemiyet e. Ez, ji bo ku we ji zexeliyê xelas bikim, kêmasiyên we nîşanî we didim. Hal ku hale, ku hûn dixwazin zû bigihîjin wê (şûraya şer’î), ha ji marîfet (huner,bazirganî, zîraet) û fezîletê (exlaqê baş) rêya hesinî çê bikin da ku Meşrûtiyet, li şîmendîfera kemilînan ku jê re medeniyet tê gotin, siwar bibe; tovên pêşveçûnê lê bar bike û di demeke kurt de, ji astengan bifilite

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat