zimanê fermî û didim. Ew meriv, reçetaya yekî din nîşan dide û tê de wiha beyan dike: “Qelsiya diyanetê heye ku nexweşîna dilan e.” Ez jî,dixwazim fennan tevî me’rîfetên Îslamê bikim û (radibim) macûnekê çê dikim; didim destê muderrisan û dişênim. Di ya din de: “Kula neyartiyê û taya îhtîlalê heye.” Ez jî, radibim fikra milliyetê hişyar dikim û wê ronî dikim; edalet û muhebbeta tiryak-mîsal dixim tevî wê nûrê û dermanekî sulfato-mîsal didim. Hekîmekî wiha ye ku di nexweşxaneya welêt de, zarokên bêçare ji helaketê rizgar dike. Ha tîmsalê nûranîya hikûmata Meşrûtiyetê, li gor sirrê:
كُلُّكُمْ رَاعٍ وَكُلُّكُمْ مَسْئُولٌ عَنْ رَعِيَّتِهِ
her merivê mezin, divê vî dustûrî li ber çavan bigre.
P- Derman derman e, çima dibe jehr?
B- Dermanê derdekî, dibe ku ji derdekî din re bibe jehr. Heke ev derman, ji heddê xwe derbikeve, derdan bi xwe re diêne.
P- Çi dibêjî?
اِسْتَحْسَنْتُ ذَا وَرَمٍ
gelek neçêtiyên halê hazir ku mîna ne nebaşiyên dema berê hene, li me zulm dikin. Hem jî di qelsî û bêqewetiyê de, dirûvê wan dide dewra berê. Nexwe Meşrûtiyeta ku behsa wê dikî,hîna li me silav nekiriye ku em jî bibêjin “Ehlen we sehlen.”
B -
لَ بَلْ اِسْتَسْقَيْتُ أُسْكُوبًا
وَاسْتَسْعَيْتُ يَعْبُوبًا
وَاسْتَحْسَنْتُ حَوْرَاءً
وَمَدَحْتُ حُرِّيَّةً حُرَّةً حُورِيَّةً
Lê belê ji dînitiya we tirsiyaye; jê nehatiye ku were. Zulm, ne çewtiya Meşrûtiyetê ye; dibe ku ji ber zulmeta hişê we be. Hûn, ji ber dînîtiyê, rêya kurt, dirêj dikin. Heke eşîrên Gewdan û Mamxuran,malên emîrî yên ku li ser hemû kullî halî, neçar bûn ku bidana, berî hatina eskeran amade bikirana, dê ev çend zulm nebûya. Erê, gava milletek,bi nezaniya xwe, bi heq û huqûqa xwe jî nizanibe, ehlê hemiyetê jî dike zulimkar. Hûn dibêjin: “Hikûmata niha, mîna hikûmata berê qels e.”Erê, di bêqewetiyê de zarokê nehsalî dişibe kalekî notsalî. Lê belê ew,ber bi gorê ve dadikeve, xwar dibe, dikevê; îca ev zarok, rast dibe, berbi ciwantiyê ve bilind dibe.
P- Çima wiha şolî ye, zelal nabe?