Kitaplar
Dersên Civakî

   P- Ji kirêtiya îstîbdadê û ev çend qenciya Meşrûtiyetê re, delîlê te çi ye?   B- Ji ber ku hûn awam in, ji ber ku hûn bi xeyalê xwe tefekkur dikin û hûn tenê bi tiştên ku bi çavên xwe dibînin bawer dikin yanî aqilê we di çavê we de ye; temsîl û meselok ji delîlên nezerî zêdetir we îqnadikin. Ha, ez dê mahiyetên her duyan, bi mînakê teswîr bikim û nîşan bidim. Ha, bizanin:

   Hikûmat mîna hekîman e; gel nexweş e. Ferz bikin ez hekîmek im; li vî konî rûniştî me. Li her gundekî derdor -Xwedê neke- nexweşînên cûre bi cûre hene.Min ew nexweşîn teşxîs nekirine. Hem jî min, ji xeynî qeşmer û virrekên ku Xwedêgiravî acizbûna min naxwazin, tu kesî nedîtiye. Di vê rewşê de heke ez, ji van gundan re, ji nexweşîneke ku ez wê nas nakim re, ji nexweşekî ku min ew nedîtiye re, dermanekî bêpîvan/bêmîzan û bêreçete bişênim, yê ku wî dermanî bi kar biêne, gelo dê şîfa bibîne yan na bimire? Erê, hûn di siya tarîya vê yekê de, bûn mezherê raza ve gotinê:

مُوتُوا قَبْلَ أَنْ تَمُوتُوا

   Ha, bi vî awayî ji her gundî re şandina dermanan.. hetta ji emsalê we ku zikê wan ji ber birçîbûnê diêşê re berhevkirina dermanên mehandinê/gibirînê… yan jî li wê wucûda ku bi derdê eşqiyatî û neyartiyê kêmgirtî ye re, îcrakirina Hemîdîtiyê ku ew wê kêmê zêde dike... û îla axir. Gelo ev tedawîkirin e yan jehrkirin e. Ev, ji melekulmewt re alîkarî ye. Va ye, mînaka şênber a mahiyeta îstîbdadê ev e.

   Çimkî zemanê berê, padîşah, mîna girtiyan li ciyê xwe rûdinişt; ji halê milletê bêçare fêm nedikir. An jî ji ber qelsiya dilê xwe û ji ber fitreta wî ya ku ji her tiştî ditirsiya, nedixwest ku fêm bike. Yan jî ew tebîetê wî yê bêîstîqrar ku li pey hewesa xwe bû û ehemmiyet dida kêfa xwe, ne musaîd bû ku li derdê vî milletî guhdarî bikira. Ha hûn jî, îstîbdada nava her tiştî, bi îstîbdada hikûmatê qiyas bikin. Hetta ew îstîbdada di warê ilmê de ku teqlîdê bi xwe re tîne jî wiha ye.

   Îca heke hûn bibêjin em îlleh tîmsala Meşrûtiyeta meşrû ku amanca eslî ya hikûmata Îslamî ye dixwazin, ez ê jî bibêjim:

   Ferz bikin ez hekîmek im. Ev kon bi xwe jî eczaxane ye. Ez tê de me.Merivekî bijare li temamê gundan an jî li malan geriyaye, nexweşînên wan ên cûre bi cûre teşxîs kiriye, reçeteya xwe nivîsandiye û tê cem min, reçeteya xwe nîşan dide ku di tê de “Nexweşîna nezaniyê û serêşê heye” nivîsandiye. Ez jî, afyona Fennê serê pêşî di maweya nav zimanê wan de,(di dema pêşî ya tehsîlê de bi Kurdî) û peyre werdigerînim

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat