Kitaplar
Dersên Civakî

de bi cî dike; îstîbdad e ku firqeyên dalaletê yên mîna Mûtezîle, Cebriye,Murcîe çê dike. Erê, îstîbdada ilmî ya ku pederê teqlîdê û weledê îstîbdada siyasî ye ku wan firqeyên mîna Cebriye, Rafîza, Mûtezîle ku Îslamiyetê tevlihev dikin derxistiye holê.

   P- Me nizanibû ku îstîbdad ev qas jehreke kuştoxî ye. Şikur ji Xwedê re hat parçekirin. Dermanê Meşrûtiyetê ku dê îstîbdadê ji asas û hîmê wê ve tedawî bike, tu ji me re tarîf bike.

   B- Wê Meşrûtiyeta ku hin memûran, ji ber nebanîbûyînê, bi hin fiîlên xwe yên ku ji we re xerîb tên û bi awayekî xelet ders didin we û we wisan fêm kiriye û ev Meşrûtiyeta halê hazir ku ji wetirê ev tevlihevî,ji ber şiddetê dertê ez dê tefsîr nekim. Beramberî wê ez, dê Meşrûtiyeta meşrû/rewa ya ku hedefê meqseda hikûmatê ye beyan bikim.

   Va ye Meşrûtiyet, tecelliya van ayetên kerîm e ku dibêjin:

وَشَاوِرْهُمْ فِي الَْمْرِ      

وَأَمْرُهُمْ شُورَى بَيْنَهُمْ

û meşwereta şer’î ye. Heyata wê wucûda nûranî, ne bi qewetê ye, biheqiyê ye. Dilê wê marîfet e. Zimanê wê, muhebbet e; aqilê wê qanûne; ne şexs e. Erê, Meşrûtiyet, hakimiya milletî ye; hûn jî, bûn hakim.Wesîleya seadeta temamê qewman e; hûn jî dê biçine seadetê. Temamê şewq û hestên ‘alî/bilind hişyar dike. Xew bes!.. Hûn jî hişyar bibin.Merivan ji heywaniyê rizgar dike; hûn jî tam bibin meriv. Dê bextê Îslamiyetê û talîha Asyayê veke. Mizgîn li we: Ew dê dewleta me,bike mezherî temenê ebedî. Dê bi beqaya milletî îbqa bike. Êdî hûn jî bêhêvî mebin!.. Raya ferdî ya îstîbdadê ku mîna têlekî zirav bi coşandina hewa û hewesê musaîd e biçe her aliyî, dê wergerîne “efkara‘amme”ku mîna dîrekekî hesinî ye ku tew nayê hejandin û mîna ye şûrekî almasî ku nayê tewandin. Hûn jî mîna sefîneya/keştiya Nûh pê ewle bibin. Her kesekî, yeko yeko diêne dixe hukmê padîşahekî; hûn jî xîret bikin da ku hûn, bi azadîperweriyê bibin padîşah. Cuz-ê îxtiyarî/vîna merivî ku esasê însaniyetê ye, ew dê wê temîn dike; azad dike;hûn jî qîma xwe bi bêcaniyê meynin. Ehlê Îslamê ku ji sê sed milyonan zêdetir e, mîna eşîrekê bi hev û din ve girêdide; hûn jî berevaniya wê peywendiyê bikin. Lewra meşweretê perde (ji ser xwe) avêt; milliyet xuya bû, hat tevgerê. Di nav milliyetê de Îslamiyet ronî bû û libitî.Lewra ruhê milliyeta me, Îslamiyet e; ji heqîqî, nisbî û îzafiyê pêk tê.Dirûvê me nade miletê din.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat