بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
وَالصَّلَةُ عَلَى سَيِّدِ الْعَالَمِ
Emma be’du! (Piştî vê) erzî nezera ehlê xîretê dikim.
Wexta ku Meşrûtiyet, ket sala xwe ya duduyan û Stenbolê jî, sedsala ku nûnertiya wê dikir, bi nezereke tarîxwarî koç kir û li hember Qurûnê Wusta (qernên navîn) xwe berda xwarê, min bi gera xwe ya li nav eşîrên Kurd, ji biharê hetta payizê seyaheteke havînî; ji payizê heta biharê, li bîladê Erebî gereke zivistanî kir. Min çiya û sahrayê kir mîna medreseyê û dersa Meşrûtiyetê da. Ji nişkan ve, ji min re xuya bû ku wan, Meşrûtiyet bi awayekî heta bivêy bes xerîb fêm kiriye. Ji min re wisan hat, mîna ku guman û pirsên her hêlê, bi zafî ji yek çavkaniyekê tên. Ha, ji bo teşxîskirina nexweşînê, min mifteha kelamê da wan û min got: “Hûn bipirsin; ez jî li wê goriyê bersivê bidim.” Li xweşa wan çû. Çimkî Kurd, ji ber tebîetê xwe yê Meşrûtiyetperwer, bi awayekî munazere û munaqeşeyî dersê dixwînin. Ji ber wê yekê, medreseyên wan, mecliseke biçûk a mebûsên ilmê diêne bîra merivan. Ha, ji bo feyde bigihîje her kesî, min destê pirsên wan, da destê cewabên xwe û ev kitêb nivîsand ku alî hev bikin. Hem jî ev pirtûk, bila bibe wekîlê min û bi Kurdan û yên mîna wan ên ku min ew nedîtine re bipeyive û bersiva wan bide. Hem jî di bedêla wan kesên ku zimanê wan nikare bibe tercumanê dilê wan, bila pirsan bipirse. Elhasil ev kitêb, ji wezîfeya bersivên ku ez didim û pirsên ku ew dikin berpirsiyar e. Hem jî, ji doxtorên siyasetê re, ji bo ku nexweşînê teşxîs bikin, wezîfedar e. Gelî ehlê xîretê! Tê bigihîjin ku Kurd û hemtayê wî, ji aliyê fikrê ve bûne Meşrûtiyetperwer û dibin. Çi heye zehmet e ku fiîlên hin memûran bibin Meşrûtiyetperwer. Hal ku hal e, ew tiştê ku ders dide wan kesên awam ku aqilê wan di çavê wan de ye, fiîl e, ‘emel e. A niha dest bipirs û bersivê dikim.
Pirs- Ey Seyda! Tu çûy Stenbolê; te ev inqilaba/şoreşa mezin dît. Tu ketî nav îş û karên mezin. Te ji me re çi anî?
Bersiv- Min mizgîn anî!
P- Mizgîn çi ye? Hin kes ji me re dibêjin ku ji we re “xirabî” heye.