Kitaplar
Dersên Civakî

mîna almasê ye û fikra milliyetê ku bi Kurdîtiyê re kelijiye, ders da ku wan her du reçeteyên ku gelek tebîet û hestên cûre bi cûre û muxtelîf digre nava xwe, ev berhem wiha derxist holê. Tê wê wateyê ji ber ku her yek berhemeke min, puxteya çend qernekî û mînaka tebîetên taîfeyên Kurd e û numûneya helwestên min ên têra xwe cûre bi cûre ne, divê kes ji wan întîzameke heqîqî hêvî neke.

   Belê, ew sedemên ku berhemên min sewqî wê dijberiya ku ne li hember rêbazên edebê ne û belkî li hember edebiyatê muxalefetê dikin heft in.

   A pêşî: Ji zarokatiya xwe ve, ji alî qabiliyeta fêmkirinê ve, geh dikevim qabiliyetên mîna binê bîrê geh jî derdikevim qabîliyetên mîna serê minareyê. Geh heqîqeteke heta bibêjî deqîq, bi awayekî bêvexwendinî tê ber destê min, geh heqîqeteke ku têra xwe baş pê dizanim û ku hîna ji berê ve bûye dostê min, ji min re xerîv tê û ez wê nas nakim. Hetta carcaran, di yek rojekê de, mîna yekî ku ji binî nezan e, carcaran jî, mîna siyasiyekî şareza, dixwazim têkilî karûbaran bibim.

   A duduyan: Ez, hetta fecra sadiq a Meşrûtiyetê di warê pexşan û nivîsandinê de, bi temamî hem ummî hem xeşîm bûm. Her çiyê ku min înşa kiribe, ez ji Meşrûtiyeta ku seydayê me ye hîn bûm. Di baxçeyê dilî de, wexta ku hêj fêkî nehatibûne ber xwarinê û negihîştibûn, min ew quraftin. Heke ji we re tirş hatin, mehdeyê xwe tirş mekin û rû û eniyên xwe neqermiçînin.

   A sisêyan: Navdariyeke derewîn a ji ber ku çavê gel li ser min e derdikeve û ez, ne musteheq im, bi wezîfeya muhîm ku li min bar dike, ji neçariya xwe ez, ji heqîqetekê baz didim heqîqeteke din, mecbûr mam ku bi ehliyeteke qelp, dest bi karekî ku ez ne ehîl im bikim.

   A çaran: Quretiya fitrî ya ku bi min re heye û pesindariya min a ji ber milliyetê û tehdîsa nîmetê ya ji aliyê meslekê ve û meyla tefewwuqê ya ku ji ber meşrebê tê û meyla hişkî û xwenîşandanê ya ku ji ber qewmiyetî tê, enaniyeteke raserî heqîqetê, di berhemên min de nîşanî merivê şaş dide. Erê, enaniyet heye û ne ya min e; enaniyet, a milletê min e. Ez-ezîheye; ne ya min e; îzzeta wan mensûbên medreseyê ye ku hemçînên min in û mîna milyaketan in.

   A pêncan: Ez, bi Kurdî difikirim; lê belê bi Tirkî û Erebî dinivîsînim.Wergêrê çapxaneya xeyalê min xeşîm e, yan ji gotina dil baş fêm nake yan jî ne aşînayê zimanê axaftinê ye. Hem ji ber ku bi rêzimana Tirkî nizanim, bişkokên kincê uslûba ku li wateyê dikim tevlihev dibin. Hetta dubarekirinên “erê, eve, niha, hem jî, zîra, ku, ev, vê/vî,” çawan ku we aciz dike, min jî aciz dike. Qet’î nikarim bi sererastkirina yên din(yên ji xeynî xwe) qaîl bibim. Çawa tenê rîşikên ku bi kolosê min ve ne ji min

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat