Kitaplar
Dersên Civakî

Îfadeya Meramê û Mazereteke Dûvedirêj

 

   Gelî guhdarên heja! Yên ku qenciyên wan ji xerabiyên wan zahftir;xêrên wan ji gunehên wan girantir in, musteheqî ef û mexfîretê ne. Va ye “du înqilaban” ez mecbûrî du telîfên tevlihev kirim. Du seyahetan jî,du kitêb li min dan îlhamkirin. Ji van berheman her yek jê, çawan ku Kurde, wisan jî Tirk, di heman wextê de jî Ereb e. Tu dibêjî qey her yek berhemeke wisan e, mîna Kurdekî bikolos e ku ebayê Erebî li xwe kiriye û pantolonê Tirkî li xwe kişandiye. Telîfeke wiha bêteşe, divê ji ber muxalefeta bi qanûna telîfê berpirsiyar neyê girtin. Belê, heqê min sukût bû. Lewra acîz im.Dizanim, berhemên min, eleqedariyê nabînin; lê belê (van tiştan cesaret dan min) hîmmeta kelamê xemgirtî û hîkmetawer ê ku Sadî,

غَرَضْ نَقْشِسْتْ كِه اَزْ مَا بَازْ مَانَدْ * كِه هَسْتِيرَا نَمِى يَابَمْ بَقَايِى

dide, hem jî ji ber ku min dixwest ez ji wan kesên ku mîna min kêmqewetin re bibim mînakeke baş û şerma wan bidim revandin û cesaret bidim wan da ku ew derbikevin meydana xîretkêşiyê, hem jî ew hêvî û bendewariya min a ser şayanbûna rexbetê ku cûreyekî entîqe ye, digel ku berhema min bi xwe hêjayî rexbetê nebe jî, berhemeke piçûk jî ji kesekî mîna min re ku ev jê nayê hêvîkirin, cesaret da min ku berhem bidim.  Gelo qey ez nizanim ku berhemên min carcaran hem heqîqetşikên hem nezmşikên hem şêwazşikên hem xeyalşikên hem hestşikên hem îfratgirtî ne. De ka ez çi bikim, jixwe bi awayekî din jî çê nedibû. Çi heye(ku ji ber van sedemên jêr, diviya ku min binivîsanda) yê ku qernekî gişt, di nav yek salekê de bi cî dike û bi teşwîqa inqilaba mes’ûd a Temmûzê ku ji qernê 7an heta qernê 13an, xeyalê merivên mîna mingêr dike Qernên Navîn û her qernekê, hestek û tesîrek lê dike û hem jî,yê ku temamê çîn, sinif, dewr û tebeqeyên navhev û binhev, li hev dixe û ji ber wê zordestî û pêkutiya mecnûnî(dînîtî) ya îstîbdadê derketiyemeydanê û bi şîmaqa doktoran, ji tunebûnê, bi rêya deriyê timarxaneyê hil-firiyaye derve û berhema xwe ya “Bîranînên Dînîtiyê temam kiriye û yê ku bi heyecana îhtîlal û inqilaba bêyom û mudhîş a Adar û Gulanê(ew) mecbûrî derxistina “Şehadetnameya Du Mektebên Musîbetê” kiriye û hem jî pîşeya min ku temelê bingehîn e û sadefê hesta Îslamiyetê ku

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat