Kitaplar
Dersên Civakî

ku wê sitûnê ji ciyê wê derîne, xaniyê wî, bi serê wî de xera bûye.

   Dîsan min zemanekî merivek dît; wî dixwest ku cesaret û heybeta Hezretî Emer, bi bejna wî ya bi qasî dirêjahiya minareyê, bi delîlan nîşan bide. Yekî din jî, gava xwest ku celaleta wî, bi mezinahiya rûhê wî rave bike, merivê pêşî: “Nexwe Emer jî yekî mîna me bû ye.” got. Baş bifikire.

   Min yekî din jî dît ku berî delîlan bîne, ka pêtbûn/zexmbûn û hêzdariya di dînî de çi ye, ji ber teessubkariya merivekî muteessib, êrîş dibir serê. Îca pêtbûn û hêzdariya di dînî de jî, nîşana teqwa, liberxwedana di heqqî û berxwedana exlaqî de ye. Bi vê kirina xwe, wî pêtbûn û hêzdariya wî feqîrî jî, xera dikir.

   Ha, her kî bixwaze sitûna qels a nîvê xaniyê xwe biguhêre, pêşî bila sitûneke bihêz û pêt ku arîk pê bisekinin û xwe ragrin, li ciyê wê bi cî bike. Yan na bê hemdî xwe dê mala xwe bi serê xwe de xera bike. Hem kî li bêtesîrkirina delîlekî xerabûyî bigere, ji bo bigihîje encameke mafdar,bila vê yekê bi delîlekî sehîh îsbat bike. Nexwe ji bê hemdî xwe dê îfsad bike.

Dîsan çi kesê bixwaze ku êrîşî ser teessuba di dînî de bike, serê pêşî divê hurmetê bide hêzdarî û pêtbûna dîn û hewl bide da ku wê muhefeze bike. Heke ne wisan be, bêyî ku haya wan jê hebe, dê kesên din jî ji rê derîne.

   P- Li ser Bûyera Sî û Yekê Adarê ku hin kesên netebitî, ew kiriye benîştê devê xwe, tu çi dibêjî?

   B- Serê pêşî, heke pirsa ser saîqeya Yazdehê Nîsanê 1  dipirsî, min ravekirina pêwist a ser wê mijarê, di berhema xwe ya bi navê Şehadetnameya Du Mektebên Musîbetê de ku di xweparastina li hember Dîwana Herbê de bû kiriye. (Haşiye)

   Piştî vê ravekirinê, bi temamê hêz û qeweta xwe dibêjim, ji ber ku wan kesên alîgir û nealîgir, sûcên xwe xistin sitûyê wan hin kesên masûm, bêdeng û mutewekkil, ew bûyer hatiye holê.

   Gelî merivên ku xerabkariya xwe dixin sitûyê xelqê û hewl didin ku xwe paqij bidin xuyakirin! Dirûvê meseleya we dide rewşa wan kesên

                                

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat