Kitaplar
Dersên Civakî

bike û lê binihêre ka bi şûrên Neronê Zalim û yên mîna wî, dîrok bi xwîna merivên mezlûm bi çi awayî ketiye rewşeke sipîsor, bibîne.

   Peyre guhê xwe bide dîrokê û lê guhdarî bike, tu dê bibihîsî ku di bin zulûm, wehşet û tezyiqên Rêxistina Engizisyonê de feryad û lanetên mezlûman bilind dibin, çawan ku serê pênc sed salan e, aqil dinav heyret û dehşetê de hiştiye û çawan nalîn e.

   Bi dîtina min ew rêxistina wehşî ya navbihurî, hîna nemiriye.Dibe ku di şiklê medeniyetê de tenasuh kiribe û xwe bi hîle, dek û dolabên siyasetê ra pêçabe; di sûretê medeniyetê de hatiye heta roja me. Helwestên Ewrûpiyan ku li hember kesên ne Xrîstiyan in nîşandidin, delîlê vê yekê ye.

   Peyre li dîroka Fransayê binihêre; bê ka tevliheviyên ku wê îxtîlafa navbera mezhebên wan, ew girseyên gelên xizan, bi çi awayî xistiye dehşetê û serê çar sed salan e ku inqilabên tarî li ser mezlûman daye ajotin, bibîne. Di nav van hemiyan de, tiştê ku nakeve aqilan, ew e ku bi rêya mezhebê Katolîk, wê çîna xas, çawa siyaset girtiye destê xwe û bûye sedem ku xizan mehf bibin û li ehlê fikir û ramanê, tehde û serkûtî bê kirin. Va ye van helwestan, weke encamê, kir ku di kûraniya dilê gelê ku di nav xizanî û zerûretê de, li hember mezhebê Katolîk,li hember zordestan ku wî ew ajot ser geremol û badîreyan, hesta tolhildanê hişyar bibe. Ancax dîsa digel temamê van yekan miletî, destji dînê xwe berneda û êrîş nebir ser vî mezhebî. Li hember wî, wan xwe li Protestaniyê girt û pişta xwe sipart wê. Tevî vê yekê û digel êrîşên bihezaran fîlozafan jî, mezhebê Katolîk, hîna li Parîsê, weke mezhebekî fermî berdewam dike.

   Heyhat! Îslamiyeta ku jiyana civaka me xizanan e, ka bi çi awayî bi wî mezhebî re tê qiyaskirin? Bêguman di navbera wê û Îslamiyetê de,bi qasî mesafeya navbera erd û asîman, mesafeyeke dirêj, cihêrengî û gelek mezin heye. Min hinek ji wan cihêrengiyan, di Xutbeya Şamêde, bi awayekî dorfirehî nivîsandiye. Ji van yê herî vekirî û aşkere ewe ku çend îstîsnayên gelek hindik ne tê de, Îslamiyet, di nav Muslumanan de, nebûye sedemê neyartiyê. Neyartî, tenê di navbera wan û yên ku êrîş anîne ser wan de çê bûye. Îslamiyet, berevajiyê mezhebê Katolîk, ji xeynî îstîsnayan, li nav ehlê Îslamê, nehatiye neketiye delavê dek, dolab û entrîkayan. Ji ber vî awayî, bivê nevê, li bal me, heqqê tu mezlûmî tuneye ku li hember vê hestê îtîraz bike. Çimkî heqîqeteke pir navdar e û rastiyek e ku Îslamiyet, penageha xizanan û ciyê xwespartina mezlûman e. Sond be bi wî Ellahê ku wî, Quran, ji aleman re ji

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat