(Ev metin, pêveka bi zimanê Erebî ya Xutbeya Şamê ye. Ji aliyê Seyda Bedîuzzeman ve nehatiye wergerandin.Ji aliyê Weşanxaneya Zehra ve li Tirkî hatiye wergerandin. Û me jî ji ber nusxeya Tirkî wergera wê bi Kurdî çêkiriye.)
P- Medeniyeta îro, çawan ku musade nade cîhada dînî, wisan fetwa jî nade.Di vê mijarê de, dê bi çi awayî lihevhatin di navbera medeniyet û Îslamiyetê de bê pêkanîn?
B- Medeniyet, digel ku meşrûtî û cewazê dide wesîleyên nemeşrû/nerewa, ka dê dînê Îslamê çima destûr nede cîhada ku di temamê şerî’etan de heye? Heta ku li dunyayê, xerabî û nebaşî hebin, bêguman fezîlet jî dê li hember van, mucahede bike. Nexwe cîhad, ebedî ye.
Îca ji ber ku cî û mewqiyê ku em lê ne, ne teng e û têra me fireh e,divê em ne di rewşa êrîşkar de; bes di rewşa berevaniyê de bin. Jixwe asasên bingehîn ên dînê me, îşaretî vê yekê dikin. Ayetên:
يَا اَهْلَ الْكِتَابِ تَعَالَوْا اِلَى كَلِمَةٍ سَوَاءٍ بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمْ
û
لَ اكِْرَاهَ فِى الدِّينِ ,
nîşan didin ku wezîfeya me ya eslî, parastin e. Kelîmeya
تَعَالَوْا
ku di ayetê de derbas dibe, îşaret dike ku wezîfeya me, serê pêşî ew e ku em wan vexwînin wê îttîfaqa ser heqqiyê. Wezîfeya me ya piştî vê jî, ancax mudafaaya/berevaniya bi rêya cîhadê ye.
P- Medeniyeta îro, çawan ku li hember zordestiyê ketiye herbê, li hember alimên dîn û mezinên dîn jî, hestên neyartiyê rakiriye ser lingan. Weke encameke van her du hestên ku ji biyaniyan derbasî nava me bûne jî, çawan ku li dij zordestî û pêkutiyê êrîş pêk tên, bi awayekî ji awayan, bawerî bi hestên dînî naye kirin. Li ser vê mijarê dîtina we çi ye?
B- Belê, panjehr ji biyaniyan, digel jehrê derbasî nava me bûye.Sedemê ku mezlûm li hember zordestiyê ketine şer û herbê jî, diyar e.Îca heke em werin ser sedemê ku ka gelo biyanî çima bi hestên dînî re neyartî dikin ev e: Ji ber ku dînê Îsewî û bi taybetî mezhebê Katolîk kudi nav civaka Ewrûpayê de, tevliheviyeke mudhîş û ecêb derxistiye. Çawan ku tê zanîn, mezhebê Katolîk, maweyeke dirêj, weke malzemeyekî siyaseta navxweyî hat bikaranîn. Dixwazî dîrokê di ber çavan de derbas