Kitaplar
Dersên Civakî

   Mêvan, ecêbmayî dimîne û dibêje:   “Em li welatê xwe, her roj, pêncî merivî ji ber ku diziyê dikin, dixin girtîxaneyê. Bi qasî ji sedî yekê edaleta we ya vê derê, tesîra wê tuneye.”

   Xwediyê xênî dibêje:   “Hûn ji heqîqeteke mezin û ji sirrekî ecêb û qewî ketine xefletê û we ew terk kiriye. Ji ber wê yekê hûn, heqîqeta edaletê wenda dikin.   Li şûna xêra merivahiyê, di bin perdeya edaletê de, xerez û ekolên/cereyanên zalimî û terefgirî, mudaxele dikin; tesîra hukman dişkênin.Sirrê wê heqîqetê ev e:

   Li bal me, gava ku dizek, destê xwe dirêjî malê xelqê dike, ha wê kêliyê îcraya cezayê şer’î tîne bîra xwe û fermanê ku ji erşê/aliyê Îlahî ve nazil bûye, tê bîra wî. Bi taybetiya hesta îmanê, guhê dil, mîna ku ayeta, 

اَلسَّارِقُ وَالسَّارِقَةُ فَاقْطَعُوا اَيْدِيَهُمَا

ku ji kelamê ezelî tê û gava hukmê[îdama destê dizekan] dide, pêjn bike, îman û îtîqada wî/wê ya bilind,dikevin tevgerê. Dikeve rewşeke giyanî ya wisan, mîna ku ji aliyê rûhî û ciyên kûr ên wicdanî ve, bi ser wê meylkirina diziyê ve êrîş bên.Meylkirinên ku ji hêla nefs û hewesê ve tên, parçe parçe dibin û vedikişin.Bere bere ew meylkirin, bi temamî tên birîn. Çimkî ne tenê wehm û fikir; belkî hêzên wê yên me’newî –aqil, dil û wicdan- tavilê êrîşî serwê hesta wê hewesê dikin. Bi wê bibîrxistina heddê şer’î, zecra bilind û qedexekarekî wicdanî, derdikeve hember wê hestê û wê hiş dike.

Erê, îman, ji ber ku di dilan de, di seriyan de, qedexegêrekî me’newî dihêle,her ku ji hissê, ji nefsê meyelanên fena derdikevin, “Qedexe ye!” dibêje; wan diqewêrîne; dike ku birevin.

   Belê, fiîlên merivan, ji mêla dilê wan, ji hestên wan derdikevin. Ew mêlkirin, ji hessasiyetên wî, ji îhtiyacên wî tên. Îca rûh, bi nûra îmanê dikeve tevgerê ku xêr bike, şer jî heta ku jê tê, zorê dide xwe ku xwe vekişîne. Êdî hestên kor, nikarin berê wê bide rêya xelet/xwar û nikare wê têk bibe.

   Elhasil: “Hed” û “Ceza”, gava li ser navê fermana Îlahî û edaleta Rebbanî hat îcadkirin, hem rûh, hem aqil, hem wicdan, hem hestên nava mahiyeta merivan, pê muteessir û eleqedar dibin. Ha, ji ber vê maneyê ye, ew cezayê ku ji pêncî salî carekê tê dayin, ji hebsa we ya ku her roja ku diçe, zêdetir feydeyê dide me. Cezayên we yên ku di bin navê edaletê de tên dayin, tenê li wehmên we tesîr dikin. Çimkî gava

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat