Di wan her du temsîlan de, çawan ku sedemê wê tirs û qilqilîna ecêb û elemên wan her du qehremanên ecêb, bêbawerî, cahilî û dalaleta wan bû, rastiyeke ku Rîsaleyê Nûr, bi sedan delîlan îsbat kiriye, di destpêka vê rîsaleyê de, mîsalek du mîsalên wê hatine gotin. Mesele ev e ku:Kufur û dalalet, temamê kaînatê ji ehlê dalaletê re, bi hezaran komik û sîlsîleyan ku dijminên mudhîş nîşan dide, şiringe dike ku qeweta kor, tesadufa serserî, tebîeta kerr; ji sîstema rojê bigre heta mikrobên êşa zirav yên di dilan de, bi hezaran komikên dijminan, êrîşî beşerê bêçare dikin û kufur û dalalet ku li hember mahiyeta cami’, qabiliyetên mezin/kullî û îhtiyacên bêhed û erzûyên/daxwazên bêserûber ên merivan,tim û daîm tirs, elem, dehşet û metirsiyê dide, mîna ye ziqûma cehennemê û li vê dunyayê jî, xwediyê xwe dixe nava cehennemekê û ew fen û bi hezaran pêşveçûnên merivahiyê ku ji dîn û îmanê xaric in,mîna wan qehremaniyên Rûstem û Herkul, nikarin bi pênc pereyan feydeyê bidin... Tenê ji bo betalkirina hestan, bi awayekî demborî, ji boku bi wan tirsên elîm nehisin, bi sefahet û serxweşiyê şiringe dike.
Va ye çawan ku muwazeneya îman û kufrê, li axretê meywe û encamên mîna Cennet û Cehennemê dide, qendera ku îman li dunyayê jî cenneteke me’newî temîn dike û mirinê dizivirîne tezkereyeke terxîsê;kufur, li dunyayê jî cehennemeke me’newî çê dike û seadeta heqîqî ya beşerî mehf dike û mirinê tîne dixe mahiyeta îdameke ebedî, ji ber ku Rîsaleyê Nûr, bi sedan delîlên xwe bi awayekî qet’î bi his û şahidbûna xwe diyar dike, em jî vê rastiyê hewaleyî bi sedan delîlên wê dikin û kurt dibirin.
Heke hûn bixwazin ku rastiya vê temsîlê bibînin, serê xwe rakin, li vê kaînatê binihêrin! Çi qas balon, otomobîl, teyare, keştiyên berrî û behrî, li ser erdê li ser behrê, li hewayê hene, bala xwe bidin kureyên sitêrkan û cirmên mezin ên kaînatê û sîlsîleyên bûyeran û bûyerên lipey hev diqewimin ku Qudreta Ezelî, ew bi nîzam û hîkmetê xulq kirine. Hem yên ku aqilê wan heye, tesdîq dikin ku çawan ku li alema şehadetê û li kaînata cismanî hene, mîna wucûda van, li alema rûhanî û li me’newiyatê, tiştên weke wan ên muteselsîl ên ecêbtir ên Qudreta Ezelî hene û yên ku çavê wan hene, dikarin zehfê wan bibînin.
Ha, temamê van sîlsîleyên maddî û me’newî yên nava kaînatê, êrîş dibin ser ehlê delaletê, gef li wan dixwin, tirsê dide wan; hêza wan ame’newî, serabin dike. Îca li ehlê îmanê, ne ku gefan dixwe û wan ditirsîne;belkî şadî, seadet, dostî, hêvî û hêz dide. Çimkî ehlê îmanê, biîmanê dibîne ku Sani’ekî Hekîm, wan silsileyên bêhed, şîmendîferên