Kitaplar
Dersên Civakî

elektrîkê ku di çavên wan de, ji nişkan ve gava ku ji vê kuna tunelê derdikeve û bi êrîşa dehşetî ya tehdîtkarî ku ber bi aliyê Rûstem û Herkulî ve bazde, ew her du qehreman, dê çi qas bitirsin, çi qas birevin...Bi wê cesareta xwe ya nûwaze, dê ji hezar metreyî zaftir birevin. Binihêrin,li hember gefa vî dabbetulerdî, azadiya wan, cesarerta wan,bi çi awayî mehf dibe. Ji xeynî revê, nikarin çareyeke din bibînin. Ji berku ew, îtîqad bi fermandarê wî û bi întîzama wî naynin û zenn nakin ku ew, merkebeke îtaetkar e [bervajiyê vê yekê] ew, wehm dikin ku mîna şêrekî xayet bidehşet, perçekirox e ku bîst şêrên di tellê vagonande avêtiye pey xwe.

   Gelî birayên min û hevalên min ên ku piştî pêncî salî, van gotinan dibihîsin! Tiştê ku ji wan her du qehremanan zêdetir cesaret û azadiyê dide vî zarokê ku hîna neketiye şeşsaliya xwe û rewşeke pir zêde raserî wan ewlehî û bêtirsiyekê didê, ew îtîqad, îtmînan û îmana wî ye kudi dilê wî masûmî de, dendikeke wê rastiyê heye ku ev şîmendîfer, bi întîzam e û dezgîna wê, di destê fermandarekî de ye û cereyana wê, dibin întîzamekê de ye û yek, wê li ser hesabê xwe digerîne. Îca tiştê ku wan her du qehremanan têra xwe ditirsîne û wicdanên wan dike dîlê wehmê, ew bêîtîqadiya wan a cahilî ye ku bi fermandarê wê nizanin û bi întîzama wî bawer nakin.

   Di vê temsîlê de, mîna qehremaniya ku ji îmana wî gedeyê masûm dihat, di serî de komên Tirk, Ereb û temamê qebîleyên muslûman ku di hezar salî de, di dilê çend eşîretên komên Îslamî de bi cî bûne û jialiyê îman û îtîqadê ve, li ser rûyê erdê, li hember dewlet û gelên sed qatî ji mislê xwe zêdetir, bi qehremaniyeke ku ji îmana wan tê, ala Îslam û fezîletên me’newî, li Asya û Efrîqayê û li nîvê Ewrûpayê dide gerandin û digel ku dibêje “Bimrim şehîd im; bikujim xazî me.” û birûyekî xweş û geş mirinê pêşwazî dike, li hember bûyerên muteselsilên neyarên dunyayê jî, hetta ji mikrobê hetta sitêrka bidûv ku li hember wan qabiliyetên mezin ên beşerî ku ketine halê neyartiyê û li hember gef û gurên wê şîmendîfera bidehşet, bi qehremaniya îmanê, li hember derdikeve/dibizive û natirse; di ciyê ku dê li hember qeza û qedera Îlahî, bi teslîmiyeta îmanê bitirse, hîkmet û îbret û hinekî jî mîna ku seadeta dunyewî qezenc bike -mîna wî gedeyê bêguneh- ku qehremaniyeke fewqelade ya me’newî nîşan didin, nîşan dide ku çawan li axretê,hakimê mutleq ê îstîqbalê, milliyeta Îslamê ye, li dunyayê jî hakimê mutleq, milliyeta Îslamê ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat