Kitaplar
Dersên Civakî

   Wan her du mamosteyên munewwer ên mektebî, ji min re got:

   -Te delîl çi ye? Ji vê doza mezin re, huccetekî mezin û delîlekî têra xwe bes biqewet lazim e, ka delîl çi ye?

   Şîmendîfera me, tavilê ji tunelê derket. Me jî, serê xwe derxist;di pencereyê de li derve nihêrt û me zarokekî ku hîna neketibû şeşsaliya xwe, tam li ber rêya ku şîmendîfer dê tê de derbas bibe, rawestiyayî dît. Min ji wan her du hevalên xwe yên mamoste re got:

   - Ha ev zarok, bi zimanê xwe yê halî, bersiva tam dide pirsa me.

   Ji ber min ve, ev zarokê masûm, di vê medreseya me ya seyyar de,bila bibe seydayê me. Va ye zimanê rewşa wî, vê heqîqeta ku dê bê,vedibêje:

   Binihêrin, di vê deqîqeya ku ev dabbetulerd, bi êrîşa xwe ya bidehşetû bi qelebalixa xwe û bi qêrîna xwe, gava ku ji qula xwe derdikeve û êrîş dike de, li ber rêya wî ku dê tê de derbas bibe, zarokek,nîv metre nêz rawestiyaye. Ew dabbetulerd, bi tehdîda xwe û bi pêkutiya êrîşa xwe diqêre û gef lê dixwe û digel ku dibêje “Wey li halê wan kesan be ku derdikevin pêşiya min!” Ew masûm, li ber rêya wî disekine. Bi azadiyeke nuwaze û bi awayekî qehremanî pênc pere girîngî nade gefxwarina wî. Vê êrîşa vî dabbetulerdî, biçûk dixîne û bilehengîkokiya xwe dibêje:

   -Hê şîmendîferê! Tu bi wê qîreqîra xwe ya ku mîna ye birq û gurmegurma asîman, nikarî min bitirsînî.

   Tu dibêjî qey bi zimanê halê sebat û metaneta xwe dibêje:

   -Hê şîmendîferê! Tu esîrê nîzamekê yî. Gema te, hevsarê te, di destê wî yê ku te digerîne de ye. Ne heddê te ye ku tu pê li min bikî. Tu nikarî min bixî binê zordestiya xwe. Haydê li rêya xwe biçe, bi îzna fermandarê xwe, li rêya xwe bibuhure.

   Va ye gelî hevalên min ên vê şîmendîferê û birayên min ên piştî pêncî salî ku li ser fennan dixebitin! Ferz bikin ku li şûna vî sebiyê bêguneh, Rûstemê Îranî û Herkulê Yûnanî, bi wê qehremaniya xwe ya ecêb, bi ser zemanan de qevaz dabin û hatibin û wisan sekinîbin. Ji ber ku di zemanê wan de şîmendîfer tunebû, helbet dê baweriyeke wan ku şîmendîfer, bi întîzamekê tevdigere, tunebûya. Şîmendîfera ku li ser serê wê agir e, nefesa wê mîna gurmîna asîmanan, tevî wan birqên

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat