Kitaplar
Dersên Civakî

 

WERGEREKE KURT A PÊVEKAXUTBEYA ŞAMÊ YA EREBÎ

   

Pêveka Xutbeya Şamê ya Erebî, qehremaniyeke pêt/zexm û me’newî ku ji îmanê tê, bi temsîleke letîf/zerîf û henûn nîşan dide. Bi munasebeta vê meseleya me, em kurtebêjiyeke wê beyan dikin.

   “Di destpêka Hurriyetê de, gava Sultan Reşad çû seyaheta Rûmeliyê,ez jî li ser navê welayetên Şerqê, pê re çûm. Di şîmendîfera me de, bi du hevalên fengêr ên dibistanî re, li ser behsekê sohbetek çê bû. Wan ji min pirsî ku:

   -Gelo xîreta dînî bêhtir bi qewet e yan xîreta millî?

   Wê hingê min got:

   -Li gor me û li ba me muslûmanan, dîn û milliyet, di eslê xwe de yek in; bes cihêtiyeke îtîbarî, zahirî û arizî heye. Ji ber ku dîn, heyat û rûhê milliyetê ye, gava li her yek ji wan, bi awayekî ji hev cihê û cihêrengî bê nihêrtin, xîreta dînî, millet û tebeqeya xuyanî digre nava xwe; îca xîreta millî, li ser yekê ji sedî, ango xasê bi wan kesên ku menfaeta xwe ya şexsî, ji manfîeta milletî re feda dikin re dimîne. Ji ber wê yekê, di nav huqûqa gihiştî de, xîreta dînî, divê bibe asas; xîreta millî, ji xîreta dînî jê re divê bibe xulam, qewet û keleh. Nexasim em Rojhilatî ku hene, ne mîna Rojavahiyan in. Ê me, di hundirê me de tiştê ku hakimê dilê me ye, hîssa dînî ye. Sedemê ku qedera ezelî, pirê nebiyan li Rojhilatê dişêne, îşaret dike ku tenê hissên dînî Rojhilatê hişyar dike; bi xwe ve tîne û sewqî pêşveçûnê dike. Dewra Seadetê û tabiînan, ji vê yekê re delîlekî qet’î ye.

   Gelî hevalên min ên dersê yên vê medreseya seyyar a bi navê şîmendîferê ku dipirsin ka divê em bêhtir zêde ehemmiyetê bidin xîreta dînî yan xîreta millî û gelî temamê mektebiyên ku di şîmendîfera zemanê niha de, ber bi aliyê îstiqbalê ve, bi me re tên! Ji we re jî dibêjim ku:

   Gava min got ku “Xîreta dînî û milliyeta Îslamê, li nav Tirk û Ereban,bi temamî bi hev de cebirîne û ketine rewşeke wisan ku ji hev nabin. Xîreta Îslamê, zincîreke nûranî ye ku ji erşê hatiye û ya herî biqewet û metîn e. Qulpeke saxlem/zexm e ku naşkê û naqurufe; keleheke qudsî ye ku naye texrîbkirin, têk naçe.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat