sê zilam, dikarin bi qasî sed merivî feyde bidin milletî. Gelek bûyerên tarîxî, me agahdar dikin ku deh meriv, bi sirrê îxlasa heqîqî, tesanud û meşweretê, bi qasî hezar merivî karûbar kirine. Madem îhtiyacên beşer, bê hed û dijminên beşer, bê dawî ye û qewet û sermayeya beşer, zaf cuz-î ye; nemaze bi zafbûna însanên ku bi bêdîniyê bûne mîna cinawiran û texrîbkar û zerarkirox in re, helbet li hember wan neyarên bêhed û wan îhtiyacên bêserûber, çawan ku jiyana ferdî ya merivan, bi alîkarî û piştevaniya îmanê li ber xwe dide, jiyana sosyalî ya merivan, dîsan bi şûraya şer’î ku ji heqîqetên îmanê tê, dikare li heyatê bimîne û wan dijminan bide sekinandin û rê li ber temînkirina wan hacetan veke.