Kitaplar
Dersên Civakî

   Ha, çawan ku nebaşî wiha derdikeve bi hezaran, vî zemanî xêr –ango ew qenciya ku digihîje qudsîtiya Îslamê- tenê bi kesê ku kiriye re bi sînor namîne. Dibe ku ew xêr, bikaribe bi awayê me’newî feydeyê bide bi milyonan ehlê îmanê. Dikare qewetê bide rabiteya heyata wana me’newî û maddî. Ji ber wê yekê, ne ew zeman e ku meriv bibêje “Çiji min re.” û xwe biavêje ser doşeka zexeliyê.

   Gelî birayên min ên vê camiyê û îxwanên min ên piştî çil-pêncî salîyên li mizgefta mezin a alema Îslamê! Zenn mekin ku ji bo li we nesîhet bikim derketim vî meqamê dersê. A rast, derketim vê derê da ku doza heqqê me yê ku li we ye bikim. Ango menfeeta taîfeyên biçûk ên mîna Kurdan û seadeta wan a dunyewî û axretî, bi taîfeyên mezin û muezzemên mîna we Ereb û Tirkan ku seydayên hakim in ve girêdahî ye.Bi zexelî, sistî û bêhêvîtiya we, em taîfeyên Îslamê ku birayên we yên biçûk ên bêçare ne, zerar dibînin. Nemaze gelî Erebên muezzem û mezin ku tam hişyar bûne yan jî dê hişyar bibin! Serî pêşî bi van kelîmeyan,bi we re diaxivim. Lewra seyda û îmamên me û temamê taîfeyên Îslamê û mucahidên Îslamê hûn bûn. Peyre milletê Tirk ê muezzem, di wezîfeya we ya qudsî de, bi we re alîkarî kir. Ji ber wê yekê, di zexeliyê de gunehê we mezin e. Qencî û xêra we jî, têra xwe mezin û ulwî ye.Em ji rehmeta Îlahî hêvî dikin ku nexasim piştî çil-pêncî salî, taîfeyên Ereb, mîna Komarên Hevgirtî yên Emerîkayê, hûn jî bikevin weziyeta herî ulwî û bi hakimiyeta Îslamê ku ketiye esîriyê, mîna zemanê berê,di nîvê kureya erdê de hetta belkî di zaftirînê wê de muweffeq bibin.Heke qiyametek zû ranebe, nesla bê, înşellah dê bibîne.

   Gelî birano! Nebî nebî, hûn bikevin zenn û dilwasewasiyê û bikevin xeyala ku ez bi van gotinên xwe, ji bo meşxeleta li siyasetê himmeta we tehrîk dikim. Haşa! Heqîqeta Îslamê, raserî temamê siyasetan e. Temamê siyasetan dikarin jê re bibin xulam û xizmetkar. Ne heddê tu siyasetî ye ku Îslamê ji xwe re bike halet.

   Ez bi fêma xwe ya qusûrî, civaka Îslamî ya vî zemanî, weke fabrîkeyeke ku tê de gelek çerx û dolab hene tesewir dikim. Gava çerxeke wê fabrîkeyê li paş bimîne yan jî li çerxeke din ku hevala wê ye êrîş bike,mîhenga wê makîneyê xera dibe. Ji ber wê yekê, a niha tam zemanê îttîhada Îslamê dest pê dike. Divê hûn li qusûrên xwe yên şexsî nenihêrin.

   Ez vê jî bi kul û keder beyan dikim ku: Qismekî biyaniyan, çawan ku malê me yê biqîmet û welatên me ji me girtin; li berdêla wan, îca wan buhayekî riziyayî da me, heman wisan jî, exlaqê me yê hêja û qismek ji rewiştên me yên ku ji exlaqê me yê hêja derketin/pêkhatine û temasî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat