Kitaplar
Dersên Civakî

bûye û dixwaze bigrî, îca li tiştekî digere ku ji xwe re bike hincet û liserê bigrî. Tiştekî mîna perikê mêşê negirîng, ji girîna wî re dibe hincet. Hem dirûvê merivekî bêînsaf, bedbîn didê ku heta zenna nebaş hebe, zenna baş nake. Bi guneyekî, deh xêran vedişêre. Îca însaf û zenna başnku seciyeyên Îslamê ne, vî tiştî red dikin.

   KELÎMEYA PÊNCAN: Dersa ku min ji meşwereta şer’î girtiye ev e:

Vî zemanî, guneyekî merivekî, bi yekê namîne. Carcaran mezin dibe,sirayet dike, belav dibe. Yek xêrek jî, carcaran bi yekê nasekine. Dibe ku carcaran hetta bi hezaran dereceyî zêde bibe. Sirrê hîkmeta vê ev e:

   Azadiya şer’î û meşwereta meşrû, hakimiyeta milliyeta me ya heqîqî nîşan da. Îca asas û rûhê milliyeta me ya heqîqî jî, Îslamiyet e. Ji ber ku Xîlafeta Osmanî û artêşa Tirk, beyreqdarê wê milliyetê ne, du birayên rast ku Ereb û Tirk in û sedef û keleha wê milliyeta Îslamiyetê ne, nobedarê wê keleha qudsî ne.

   Ha, bi rabiteya vê milliyeta qudsî, hemû ehlê Îslamê û ferd dikevin hukmê yek eşîrekê. Taîfeyên Îslamê jî, bi uxuwweta Îslamê, bi hev û din ve tên girêdan û eleqedar dibin. Bi hev û din re bi awayê me’newî -heke pêwist bike- maddî alîkariyê dikin. Mîna ku temamê taîfeyên Îslamê, bi sîlsîleyeke nûranî, bi hev û din ve girêdayî bin. Çawan ku yek ferdekî eşîretekê, cinayetekê bike, temamê ferdên wê eşîretê li ber çavê eşîra din ku dijminê eşîrê ne tawanbar dibe. Mîna ku her yek ferdekî ji wê eşîrê, ew cinayet kiribe, ew eşîreta dijmin, ji wan re dibe neyar. Ew tek cinayeta tenê, dikeve hukmê bi hezaran cinayetan. Îca heke ferdekî wê eşîretê qenciyekê bike, xêra wê digihîje ferdên wê eşîretê gişt û pê îftîxar dikin. Mîna ku her yek zilamekî wê eşîretê ew qencî kiribe, pê dipesine.

   Va ye ji ber vê heqîqeta ku behsa wê hat kirin e ku vî zemanî, nemaze piştî çil-pêncî salî nebaşî, li ser kesê ku neçêtiyê kiriye namîne. Belkî wisan dibe ku li huqûqê bi milyonan nufûsa Îslamî êrîş tê kirin. Piştîçil-pêncî salî, dê gelek mînakên wê bên dîtin.

   Gelî birayên min ên vê Camiya Emewî ku li gotinên min guhdarî dikin û îxwanên muslîmîn ên piştî çil-pêncî salî yên camiya alema Îslamê! Yan wisan mebêjin: “Em zerarê nadin; lê belê îqtîdara me jî tune ku em menfeetê bikin. Ji ber wê yekê em mazûr in.” û uzrê xwe beyan mekin.Ev uzrê we naye qebûlkirin. Ev zexeliya we û ku hûn dibêjin “Çi ji min re.” û naxebitin û bi îttîhada Îslamê û bi milliyeta heqîqî ya Îslamê nayin xîretê, ji bo me, zerareke têra xwe mezin e û neheqiyek e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat