Kitaplar
Dersên Civakî

ku layiqê neyartiyê ye, xusûmet bi xwe ye. Ango hezkirin û sifeta hezkirinê ku jiyana sosyalî ya merivahiyê temîn dike û wê sewqî seadetê dike çi be, herî zêde ew hêjayî hezkirin û muhebbetê ye. Ew dijminî û neyartiya ku jiyana sosyalî ya merivahiyê serabin dike, ji her tiştî zêdetir ew musteqî nefret û neyartiyê ye û meriv, divê xwe jê dûr bigre û sifeteke kirêt û muzirr e. Ev heqîqet, ji ber ku di Nameya Bîst û Duduyana Rîsaleyê Nûr de, bi tevî îzaha wê hatiye beyankirin, em li vê derê îşareteke kurt dikin. Ha wiha ku:

   Wextê neyartî û dijminahiyê qediya. Van her du herbên giştî, nîşan da ku dijminahî, çi qas fena, texrîbkar e û zilmeke çendîn bi dehşet e. Hat dîtin ku tê de tu feyde tuneye. Nexwe nebaşiyên neyarên me –bişertê ku êrîşî me nekin– bila nebe sedemê neyartiya me. Cehennem û ezabê Îlahî, bes e ji wan re.

   Carcaran quretî û nefisperestiya merivan, dike ku meriv bê hemdî xwe bi ehlê îmanê re neyartiyê bike û bi ser de jî, xwe mafdar zenn dike. Hal ku hal e, bi vê neyartî û dijminahiyê, îmana ku ji hezkirina ehlê îmanê re dibe wesîle, wer dixuyê ku meriv, du sedemên mîna Îslamiyet û cinsiyetê biçûk dixîne; qîmeta wan, berejêr dadixîne. Mîna ye dînîtiyeke ku meriv, li hember sedemeke çiyayan a hezkirinê, rabe sedemên negirîng ên neyartiyê tercîh bike. Madem hezkirin, dijberê neyartiyê ye û ev, mîna ziya û zulmetê ne, di eslê xwe de nikarin bigihîjin hev. Sedemên kîjanê ji yên din zêdetir bin, dê bi wê rastiya xwe, di wî dilî de, bi cî bibe. Ziddê wê, dê bi rastiya xwe, bi cî nebe. Mesela heke hezkirin, bi rastiya xwe tê de hebe, wê wextê neyartî, vediguhere şefqetê, dilşewatiyê. Weziyeta li hember ehlê îmanê ev e. Yan jî heke neyartî, bi rastiya xwe, di dilekî de hebe, wê wextê hezkirin, bereçavkî xwe dost nîşan dide û li hember tiştan, ji nedîtî ve tê û îşê xwe pê nayne. Vedigere sûretê mumaşaat, têkilnebûn û dostaniya zahirî/bereçavkî. Îca her çî ev e, dibe ku li hember wan ehlê dalaletê êrîşnekirin be.

   Erê, sedemên hezkirinê, kelehên nûranî, zincîrên qewî û me’newîyên mîna îman, Îslamiyet, cinsiyet û însaniyetê ne. Sedemên neyartiyê, li hember ehlê îmanê, hin sedemên xusûsî yên mîna kevirên hûrik in. Nexwe, yê ku li hember muslûmanekî, neyartiyeke ji dil dike, xeletiyeke wisan mezin dike ku wan sedemên hezkirinê ku mîna çiyayan mezin in, biçûk dixîne.

   Elhasil: Muhebbet, biratî, mîzaca hezkirina Îslamiyetê ye, rabiteya wê bi xwe ye. Dirûvê ehlê dalaletê, dide zarokekî ku mîzaca wî xera

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat