Kitaplar
Dersên Civakî

dê hebin. Ev meziyetên beşer ên heta niha wiha bi zalimî, çawan ku hebûna Cehennemê bi awayekî eşkere divê, îstîdata kemalî ya kullîya di fitreta beşer de û heqîqetên îmanî yên beşer ku kaînatê eleqedar dikin, Cennetê bi awayekî zipîzelalî divê, hebe tune be tiştê ku beşer,bi wan her du Herbên Giştî kir, cinayetên wî yên ku kaînat pê da giriyandin û bi weziyeta şerrên ziqqûmî ku wê dabiland û ji ber ku wê nikaribûye hezim bikira, vereşiya û temamê rûyê zemînê lewitand; cinayeta ku beşeriyet daxist dereceyeke herî berbad û tereqqiyên wî yên hezar salî zêr û zeber kir, dê beşer hezim neke. Bi awayekî ji awayan heke qiyametek zû bi serî de ranabe, em ji rehmeta Rehmanê Rehîm niyaz û hêvî dikin û dipên ku heqîqetên Îslamê, bibin wesîle; da ku beşerê ji dereceya sûqûtî ya esfelê safîlîn rizgar bike; rûyê zemînê paqij bike û aştiya giştî temîn bike.

   KELÎMEYA DUDUYAN: ku di muddetê jiyana min de, bi tecrubeyên min ên ku di fikra min de hatin hilçandin ev e:

   Bêhêvîtî, nexweşîneke herî bidehşet e ku ketiye dilê ‘alema Îslamê.Ha, ew bêhêvîtî ye ku mîna ku wê em kuştine, dewleteke biçûk a milyonek du milyonî ya Rojavayî, li Rojhilatî, bîst milyon Muslumî ji xwe re kiriye xulam û welatên wan kirine hukmê mêtingehê. Hem ew bêhêvîtî ye ku wê, ew exlaqê me yê qedirbilind kuştiye; kiriye ku medest ji menfîeta giştî berdaye û me tenê çav berdaye menfaeta ferdî.Hem ew bêhêvîtî ye ku wê, qeweta me ya me’newî şikandiye. Digel ku bi qeweteke hindik, bi qeweta me’newî ya ku ji îmanê tê, ji Şerqê heta Xerbê îstîla dikir, bela ku ew qeweta me’newî ya nuwaze, bi bêhêvîtiyê hate şikandin, biyaniyên zalim, ji çar sed salan bi vir ve ye, wan sê sed milyon muslumî ji xwe re kiriye hêsîr. Heta ji ber vê bêhêvîtiyê, sistî û xemsariya kesên din, ji zexeliya xwe re weke uzr zenn dike û dibêje:“Ji min re çi?” “Her kes mîna min berbad e.” û egîtiya îmanê terk dike û xizmeta Îslamê nake. Madem vê nexweşînê ev çend li me zulm kiriye û me dikuje, em jî dê ji wî qatilê xwe, qisasê xwe bigrin û bikujin.Bi şûrê: 

لَ تَقْنَطُوا مِنْ رَحْمَةِ اللهِ

yê, em dê serê wê bêhêvîtiyê bipelêxin.

   Em dê bi heqîqeta hedîsa:

مَا لَ يُدْرَكُ كُلُّهُ لَ يتُْرَكُ كُلُّهُ

pişta wê bêhêvîtiyê bişkênin înşellah… 

  Bêhêvîtî, nexweşîneke herî bidehşet a ummet û gelan e ku jê re qansêr/sertan tê gotin û mani’ê kemilînan e û muxalifê heqîqeta:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat