Kitaplar
Dersên Civakî

beşerê mukerrem de yên herî bişeref û herî qedirbilind, ew ehlê Îslamê ne ku ehlê heq û heqîqetê ne. Hem bi îstiqraya tamme , bi şahidiya dîrokan, di nav beşerê herî bi kerem de, yên ku bişereftir in ehlê heq e.Di nav ehlê heq de jî, bi şahidiya heqîqetên Îslam û Quranê û bi şahidiya hezar mu’cîzeyên wî û exlaqê wî yê gelek bilind, yê herî efdel, herî bilind, Muhemmed Eleyhisselatu Wesselam e.

   Madem sê heqîqetên vî nîv burhanî wiha agahî didin. Gelo qet mimkune ku cinsê beşer, bi îsyankariya xwe, îsbata ev qas fennan pûç bike;vê îstiqraya tamme bişkêne; li hember îradeya Îlahî û hîkmeta ezelî ku îradeya Îlahî tevî kaînatê digre nava xwe, bikeve rikê, weke heta niha çawan dikir, dîsan di wê wehşeta xwe ya zalimî de û di kufra xwe ya rikdar/rikoyî de û di xerakirinên xwe yên bidehşet de, karibe dewam bike? Ka li dijî Îslamiyetê dewamkirina vê rewşê hîç mimkun e?

   Ez bi temamê qeweta xwe, heke bêhed û hesab zimanên min hebin,bi wan zimanên bêhed û hesab, bi Hakimê Zulcelal û Sani’ê Zulcemal ê ku Wî ev ‘alem ji bo vê nîzama ekmel; Wî ev kaînat, ji zerreyê heta gerstêrkan; ji perê mêşê heta qendîlên asîmanan, bi hîkmeteke temama întîzamê xulq kiriye sond dixwim, bi tu awayî ne mimkun e ku beşer,muxalifê temamê cinsên kaînatê û li dijberê komên din ku biraxweyên wan ên biçûk in dijberiyê bike û li hember nîzama nava kaînatê, bi şerrên xwe yên giştî, muxalefet bike û wan ziqqûmên ku bi hezaran salî bûne sedem ku di cinsê beşer de, şer dê karibe zora xêrê bibe û dê wê bixwe û wan hezm bike. Îmkana vê ancax û ancax bi vê ferza muhal dikare bibe ku beşer, digel ku di vê ‘alemê de, di mertebeya emaneta kubra de û di meqamê xelîfeyê zemîn ê rûyê erdê de, biraxweyekî mezin û mukerrem ê cinsê din ê kaînatê de ye, bi awayekî herî kêm,herî berbad, herî perîşan, herî mizir û bêehemmiyet, weke dizekan û bi sedem ketiye nava vê kaînatê; tevlihev kiriye. Ev ferza muhal, bi tu awayî nayê qebûlkirin.

   Ji bo vê heqîqetê, helbet ev nîv burhanê me, encam dide ku li axretê,mîna wicûda zerûrî ya Cennet û Cehennemê, xêr û dînê heq, di ayendeyêde, mutleq dê bi ser bikeve, ji bo ku di nav merivan de jî mîna cinsên din,xêr û fezîlet bibe xalibê mutleq; da ku beşer jî bikaribe bi biraxweyêndin ên nava kaînatê re, wek hev bibe û sirrê hîkmetê ezelî, di nav merivan de jî, bikaribe bê gotin ku “Bi cî bû.”

   Elhasil: Madem bi heqîqetên qet’î yên ku behsa wan hat kirin ku li vê kaînatê encama herî bijarte û di nezera Xaliq de, mexlûqê herî muhîm, beşer e, helbet û helbet û li heyata baqî, Cennet û Cehennem,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat