Kitaplar
Dersên Civakî

heqîqî yên Sani’ê Zulcelal, xêr, husn, rindî û mukemmelî ye. Lewra her fenneke ku di derbarê kaînatê de ye, di cûre û koman de ku bi qaîdeyên giştî behs dike, mukemmelî û întîzameke wisan nîşan dide ku aqil,nikare ji wê mukemmeltir bibîne. Mesela: Fennên mîna anatomiyê ku li ser tibbê ne, fenna sîstema rojê ku li ser kozmografyayê ye, fennên li ser gul û giya û heywanan, her fenneke ji temamê fennan e. Bi qaîdeyên xwe yên giştî, di wî qismê ku behs dike de, di nîzama wî cûreyî de,mu’cîzeyên qudret û hîkmet û heqîqeta:

أَحْسَنَ كُلَّ شَىْءٍ خَلَقَهُ

a Sani’êZulcelal nîşan dide.

   Hem îstîqraa tamme û tecrubeya temam destnîşan dike; encam dide ku:

Şer, qubh, kirêtî, batil, xirabî, di xilqeta kaînatê de qismê hindik e. Ne meqsûd e, ne di dereceya eslî de ye û ne bi awayekî rasterastî ye. Ango mesela: Kirêtî, ne ji bo kirêtiyê ketiye kaînatê; belkî ji bo ku heqîqeteke rindiyê, bi gelek heqîqetan biguhere, weke navgîneke pîvanê ketiye xilqetê. Şer, hetta şeytan bi xwe jî, ji bo ku beşer, bi wesîleya pêşbaziyê bikeve pêşveçûnên bêhed, li merivahiyê hatiye muselletkirin. Mîna van yekan, ji bo ku kirêtî, ji rindiyên giştî re, ji xêran re bibin wesîle, di kaînatê de şerên cuz-î, hatine xuluqandin.

   Ha, di kaînatê de, meqseda heqîqî û encama xilqetî ya bi istiqraya tamme îsbat dike ku xêr, husn û kemilîn asas in û meqsûdên heqîqî ew in. Helbet beşerê, digel ku bi ev çend kufrên xwe yên reşetarî, rûyê erdê qilêr û perîşan kiriye jî, bêyî ku cezayê xwe nebîne û di kaînatê de nebe mezherê meqsûdê heqiyê, helbet nikare dest ji dunyayê berde û nikare ber bi tunebûnê ve bireve; belkî dê bikeve hebsa Cehennemê.

   Hem bi îstiqraya temme û bi lêkolînên fennan, sabit bûye ku di nav mexlûqan de yê herî mukerrem, herî girîng, beşer e. Çimkî beşer, yê ku pêlikên navbera sebebên zahirî yên nava xuliqîna kaînatê û encaman teselsil dike û bi aqilê xwe, têkiliyên navbera ‘illet û sedeman keşif dike û bi huneroka xwe, teqlîda hunera Îlahî û îcadên Rebbanî yênbihîkmet û muntezem dike û ji bo ku fi’ilên Îlahî fêm bike û bi hunera Îlahî bizane û bi hunerên xwe û bi ilmê xwe yê kêm, ji wan fêm bike û bi wan maddeyên ku bi ixtiyariya/daxwaziya xwe ya cuz-î dihûne,bi mîzanekê, bi miqyasekê ku fi’il û sifetên kullî û muhît ên Xaliqê Zulcelal dixwaze nas bike, îsbat dike ku mexlûqê herî bişeref û herî bikerem, beşer e.

   Hem bi şahidiya heqîqetên Îslamî yên ser beşer û kaînatê, di nav

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat