Kitaplar
Dersên Civakî

wê ketin û çawan ku nebaşiyên wê ji başiyên zaftir bûn, merivahiyê bi du herbên giştî, du şimaqên erjeng xwarin û wan ew medeniyeta gunehkar,zêr û zeber kir û ew, bi awayekî wisan vereşiya ku wê, ser rûyê erdê di nav xwînê de hişt. Înşellah di ayendeyê de, bi qeweta Îslamiyetê, dê xweşiyên medeniyetê bi ser bikevin, ew dê rûyê erdê ji pisiyan paqij bike û dê aştiya giştî jî temîn bike.

   Erê, ji ber ku medeniyeta Ewrûpayê, ne li ser fezîletê hatiye avakirin û ne Xwedayî ye û ji ber ku li ser hewes û hewayê; li ser reqabet û zordestiyê hatiye avakirin, heta niha gunehên medeniyetê, zora xêrên wê biriye û ji ber ku komîteyên îhtîlalkar bûne mîna dara kurmî, sedemekî qewî û delîlek e ku medeniyeta Asyayê, dê bi ser bikeve û hem jî, dê di demeke kurt de bi ser bikeve.

   Gelo çawan ku li hember îstîqbalê ji bo ehlê îman û Îslamê, sebebên wiha qewî û pêt ku ji pêşveçûna maddî û me’newî re bûne wesîle û digel ku rêya mîna rêhesin, ji seadeta îstîqbalê re hatiye vekirin, hûn bi çi awayî bêhêvî dibin û dikevin neçariyê û hestên me’newî yên Îslamê dişkênin û hûn bi bêhêvîtiyê zenn dikin ku dunya, ji her kesî û ji biyaniyan re dunyaya pêşveçûnê ye; lê belê tenê ji ehlê îmanê yên bêçare re bû dunyaya paşketinê, eve hûn dikevin xetayekî gelek xelet.

   Madem meyla kemilînê, li kaînatê, di xulqiyeta beşerê de, bi awayekî fitretî hatiye bicîkirin, helbet heke ji ber zulûm û xetayê beşer, qiyamet zû ranebe, heq û heqîqet, di îstîqbalê de, li nav ‘alema Îslamê, dê seadeteke dinyayî ku ji xetayên new’ê beşer ên berê re bibe kefaret, nîşan dide înşellah…

   Erê mêze bikin, qey zeman, li ser xetta rast hereket dike ku destpêk û dawiya wê ji hev dûr bibin. Bîlakîs mîna hereketê kûreya ‘erdê, dinav daîreyekê de dizivire. Carcaran di nav paşketinê de, demsalên havîn û zivistanê nîşan dide. Carcaran di nav pêşveçûnê de, demsala zivistan û bahozan nîşan dide. Çawan ku piştî her zivistanê beharek; piştî her şevê jî sibehek heye, ji merivahiyê re jî sibeheke bixêr, biharek dê bê înşellah.Hûn dikarin li benda rehmeta Îlahî bipên; da bi roja heqîqeta Îslamê, di daîreya aştiya giştî de, hûn medeniyeta heqîqî bibînin.

   Me di serê dersê de gotibû ku em dê ji doza xwe re burhanek û nîvê, weke şahid nîşan bidin. Niha burhanek, bi kurtasî qediya. Nîv burhanê wê dozê jî ev e ku:

   Bi vehûrînên casûsî yên fennan û bi ceribînên bêhed sabit bûye ku di nîzama kaînatê de, xalibê mutleq, meqseda eslî bi xwe û meqsedên

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat