fennê bela xwe lê xistibû de, lem’eyeke î’cazî ya Quranê nîşan dide, di kelîme û cumleyên Qurana Kerîm de ku ehlê fennê, weke sedema rexnegirtinê zenn dikir û heqîqetên bilind ên ku destê fennê nagihîjê,eşkere dike û wisa dike ku feylesofê herî zêde rikoyî jî, ji mecbûrî teslîm bibe. Li gadarê ye, yên ku bixwazin dikarin lê binihêrin û bila lêbinihêrin; da bibînin ku ev asteng, piştî wê gotina ku berî çil û pênc salan hatiye gotin, bi çi awayî hatiye şikestin. Belê, di vê rêyê de telîfatên/berhemên hin lêkolerên Îslamî hene. Nîşane dixuyên ku ev astenga erjeng a heştem, dê zêr û zeber bibe. Erê îro nebe jî, piştî sî-çil salî, fen û marîfeta heqîqî û xweşiyên medeniyetê, ji bo ku van her sê qewetan baş dirust bike û cîhazên wê bidê û wan heşt astengan têk bibe û wan ji hev belav bike, meydana lêkolîna rastiyê û însaf û muhebbeta merivahiyê, şandiye heşt eniyên/cebheyên taîfeyên wan heşt dijminan. Ji destçûna wan, ji niha ve dest pê kiriye; xewa wan direvîne. Înşellah piştî nîv ‘esrî dê wan ji hev belawela bike.
Erê nav û deng daye ku: “Fezîleta herî qet’î ew e ku dijminên wê jî, ji tesdîqa wê fezîletê re şahidî bikin.” Va ye ji van mîsalên ku bi sedan in re du mîsal:
Ya Yekê: Mister Karlayl ku feylesofê herî binav û deng ê sedsala nozdehan û parzemîna Emerîkayê ye, bi dengê xwe yê herî bilind, bê danepaşî, bi neşriyata xwe kiriye qêrînî ji feylesofan û alimên Xiristiyan re, di berhemên xwe de wiha nivîsandiye û dibêje:
“Îslamiyet, mîna agirekî ku heta bivêjî bes, gur û geş derket û wê, ew dînên dî, mîna şaxên dara hişk dabilandin. Hem jixwe ev dabilandin, heqê Îslamiyetê bû ye. Çimkî dînên din -qismên ku ji aliyê Quranê ve nehatine tesdîqkirin ne tê de- di hukmê tunetiyê de ne.”
Hem Mister Karlayl dîsa dibêje ku:
“Gotinên herî layiq ên serê ewil ku divê li wan bê guhdarîkirin, gotinên Muhemmed (e.s.w.) in. Çimkî gotinên heqîqî, gotinên wî ne.”
Hem dîsa dibêje ku:
“Heke tu, ji heqîqeta Îslamiyetê bikevî gumanan, tu dê ji tiştên bedîhî û zarûriyên qet’î şik û guman bikî. Lewra heqîqeteke herî eşkere û zarûrî jî Îslamiyet e.”
Ha, vî feylesofê navdar, derbarê Îslamiyetê de ev şahidiya xwe, di berhemên xwe de, li ciyên cihê cihê nivîsandiye.
Mîsala Duduyan: Feylesofekî herî binav û deng ê sedsala dawî yê Ewrûpayê Prens Bismark dibêje ku: