Ez bi xwe jî derheq îcaz û hêzdariya di eserên wî de bi teqrîzîevan gotinan dibêjim:
Lefzê wî yê wek mermerê hesinî ku nebûya temam Berxwe nedida li hember agirê maneya hêzdar, kelam
Di heqîqetê de bax û baxçeyê heqîqetê ye ev, her dem Ku ji cenneta payebilind a Qur’anê, ew bûye mulhem
Di nav evê behra xwedî reng û pêlên curbecur de Ew bayê nesîmê ku tê, bo dilê birîndar dewa û melhem
Hilm û gulma wê derdikeve ta heta asîmanê hiş û aqilan Ewrên wê tev bi hev re dibezin û dibarînin ber û berhem
Diqîre ew û ewrên bi rehm û rehmet birûskan dipekîne Di warê dil de nahêle û dişewitîne şupheyên bi wehm
Ew barana ku dibare, neşw û nemayê dide kulîlkan Heqîqet in ew jî ku her yek ji wan, hebên şifadar in hem
Biraziyê Wî Ebdurrehman
***
Eserên ku dema di Darul Hîkmetul Îslamiyê de bû neşir kirin:
• Îşarat ul Î’caz Fî Mezan îl Îcaz.• Nukte tun Min Nûrî Merîfetullah.• Şûaatê Marîfetun Nebî.• Lemeat• Tulûat• Sunûhat• Qizil Îcaz• Rumûz• Îşarat• Xutûwatê Sîtte• Dendikên Heqîqetê (Beşa yekemîn)• Dendikên Heqîqetê (Beşa duyemîn)
***