Him jî digot ku: -“Ewê ku evê kitêba min a Remezaniyeyê bistîne, ku bi dîqqet balaxwe nedê, li perîşaniyeta lefz û nezma wê binêre û cehda fêmkirinamaneya wê neke, ez heqê xwe lê helal nakim. Her dem mumkun e kudi sedefekî nerind de, cewherekî xas hebe.”Gava me qala tesadufa di kitêba wî de dikir, hîlal û sitêrka li asîmanwek şiklê sancaqa Îslamê hate xuyanê. Min ji mamê xwe re got: -“Rûpela asîman jî mîna ewê tesadufa di kitêba te de nîşan dide. Wek cewab got:-“Jixwe ez ewî tiştê ku jê re dibêjin “tesaduf” qebûl nakim. Di hertiştî de hîkmetek heye. Him gava ku tesaduf serhevdu û mukerrer biqewime,nabe tesaduf. Qest û emdeki nîşan dide. Kaînat bi hevdu retêkildar û munasebetdar e. Maneyên wan têkiliyên hûr û kûr û hessas,hene. Ji ber ku em bi eşkere nizanin, em jê re dibêjin “tesaduf”.Va ye ji van tiştan tevan fê’leke xêrê dertê ku dê ala hîlal û sitêrkê kuwek ala î’laya kelîmetullah e, hêz û heşmeta xwe ya berê bi dest bixe.Înşaallahû Teala!
Mamê min ê piçûk derheq eserên wî de bi teqrîz awha gotibû:Ji cewherên payebilindê heqqê û ji almasên heqîqetêŞûrekî tûj e ku li hemberî şik û şuphan hatiye çêkirinêBo derketina asîmanê kemalatê xwedî pêplûkên bi xeml û xêzMîrqat û nerdîwaneke nûranî û rewnaq e ev, ji rastiyê, ji heq tê
Birayê wî yê piçûk Ebdulmecîd
***