Kitaplar
Dersên Civakî

burhanê/delîlê; em bi aqil, fikir û dilê xwe dikevin heqîqetên îmanê. Mîna hin ferdên, wan dînên din, ji bo ku ruhbanan teqlîd bikin, em dest ji burhanan bernadin. Ji ber wê yekê, di îstîqbala ku dê aqil, ilimû fen tê de hukum bike de, helbet Qurana ku li ser bingeha burhana aqlî ye û temamê hukmên xwe bi aqilî dide tesbîtkirin, dê hukum bike.

   Hem jî ew perdeyên ku dibin sedema girtina tavê û wan nehişt ku beşerî ronî bike, êdî wa ne, wan dest bi vebûnê kiriye. Yên ku dibûn asteng, dest bi vekişînê dikin. Berî çil û pênc salan, nîşanên wê fecrê hatin dîtin. Di heftê û yekê de, fecra wê ya sadiq, dest pê kir an dê destpê bike. Heke ev fecra kazib be jî, piştî sî-çil salî dê fecra sadiq derkeve.

   Erê, heşt bendên bidehşet bûn asteng û wan rê neda ku heqîqetên Îslamê, parzemînên rabirdûyê, bi temamî bidin ber xwe.

   Bend û Astengên Yekê, Duduyan û Sisêyan: Cehla ecnebiyan/biyaniyan û wehşeta wan a wê hingê û te’essûbên wan ên ser dînê wanin. Ev sê bend, bi marîfet û xweşikiyên medeniyetê şikestin; wa ye liber şikestinê ne, ha şikestin ha şikestin.

   Bend û Astengên Çaran û Pêncan: Riyaseta keşe û reîsên rûhanî û kukumkirina wan ecnebiyan e ku ew, bi awayekî nedîtî nebînayî wan teqlîd dikin. Bi fikra azadiyê û meyla lêkolîna li ser heqîqetê ku di nav merivan de dest pê kir, ev her du bend jî, êdî diçin zewalê.

   Bend û Astengên Şeşan û Heftan: Îstîbdada cem me û wî exlaqê meyê nebaş ku ji ber muxalefa şerî’etê dihat, ew asteng dikirin. Îstîbdada şexsî ya bi şexsekî re ku ber bi dawîbûnê ve diçe, îşaret dike ku dê îstîbdadên bidehşet ên cemaet û komîteyan, piştî sî-çil salî bi dawî bibin û kelekela şedîd a xîreta Îslamê ku encamên kirêt ên exlaqê nebaş pê hat dîtin, ev her du bend ji holê radibin û wan dest pê kiriye ber bi dawîbûnê ve diçin. Înşellah dê bi temamî biqedin.

   Bend û Astenga Heştan: Ji ber ku hin meseleyên musbet ên fenên hemdem, weke dijber û muarizê me’neyên/wateyên aşîkar ên heqîqetên Îslamê hatin wehimkirin, bi qasê dereceyekê, li hember dagikeriya wê ya zemanê berê, sed kişandiye. Mesela: Ji ber ku bi navê Sewr û Hût du melaîketên rûhanî ku bi emrê Îlahî memûrê çavdêriya kureya erdê ne,wan weke gayekî cismanî wehim kirine, ehlê fen û felsefeyê jî, ji ber ku bi heqîqetê nizanibûne, li hember Îslamiyetê bûne muariz.

   Mîna vê mînakê sed mînak hene, piştî ku heqîqeta wan hatiye zanîn,feylesofê herî rikoyî jî mecbûrî teslîmbûnê dibe. Hetta Rîsaleyê Nûr, di“Rîsaleya Mu’cîzeyên Quranê” de, di bin her yek temamê wan ayetên ku

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat