Kitaplar
Dersên Civakî

   Ser re muddetek derbas bû. Ji wan heqîqetên ku nû diniqutîn dilêwî, donzdeh eserên xwe, ji bo dîn çap kir. Û ewî pereyê qasî heft sedpanotê ku ketibû ser hev, da mesrefa çapa ewan eseran. Tenê yekduduyên piçûk ne tê de, yên mayî bêpere li derdora xwe belav kir.

   Min jê pirsî ku ji bo çi te nefirot. Got ku:   -“Ji wî meaşî, qûtê layemut /xwarina nanozikî, ji me re caîz e. Yê jêzêdetir, malê millet e. Bi vî awayî îadeyê millet dikim.”Xizmeta wî ya di Dar ul Hîkmetul Îslamiyê de, tev bi teşebbusênawha yên şexsî bûn. Lewra di wir de, ji bo kar û xizmeta bi hev re, hinmanîa û asteng didîtin. Ez bawer dikim ku xwendevanên wî jî dizaninku ewî kefenê xwe di sitûyê xwe de kiriye û mirina xwe daye ber çavêxwe. Di Dar ul Hîkmetul Îslamiyê de mîna hesinê pola li ber xwe da.Bandora biyaniyan, nekarîn Dar ul Hîkmetê ji xwe re bikine alet. Û lihemberî wê fetwaya xelet, li ber xwe da û red kir. Gava cereyaneke kuzirar bide Îslamê derketa holê, ji bo îzaleya wê cereyanê, eserekî xweyê piçûk neşir dikir. Hetta hereketa Anatoliyayê, wî dawet kirin. Neçû.

   Gotibû ku:   -“Ez dixwazim ku li ciyên xeternak mucahede bikim. Mucaheda lipaş kozîk û sîperê, li min xweş nayê. Ji Anatolyayê bêtir, ez vê derê dixeter û tehlîkeyê de, dibînim.

   Kitêbên din, hilnedida bal xwe. Me jê re digot:   -“Ji bo çi tu li kitêbên dinê nanihêrî?”   Digot ku:   -“Ez hişê xwe ji her tiştî pa dikim û wihareng bes ji Qur’anê fêmdikim.“   Dema ku tiştek neqil bikira, meseleyên ku girîng didît, dîsa bêguherînji eserên xwe werdigirt û tekrar dikir. Me digot:-“Ji bo çi tu awha eynen tekrar dikî?”   Digot:   -“Heqîqet, aciz û bêzar nake. Ez naxwazim kincê wê, biguherînim.”   Me jê re digot:   -“Çima tu bi tevî heqîqetên dînî yên alî, hinek meseleyên siyasî jî dinav kitêbên xwe de dinivîsî?”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat